Adar 26, 2020 16:28 Asia/Tehran
  • Navça Kesk a Bexdayê ket ber êrişa bi rokêtan

Çavkanîyên mêdyayî ragihandin ku Navça Kesk a Bexdayê ket ber êrişa bi rokêtan.

Ligorî rapora Malpera Al Akhbariyê ya Iraqê, vê sibê 3 rokêtên Katyoşyayê li derdora Balyozxana Amerîkayê li Navça Kesk a Bexdayê ketin.

Ligorî ragihandina çavkanîyên emnî yên iraqî, piştî wê êrişê, zingila xeterê li Balyozxana Amerîkayê hat lêxistinê.

Derbarê wê êrişê de hûrgilîyên zêdetir nehatine belavkirinê.

Eva cara çendan e ku rokêt ber bi Balyozxana Amerîkayê ya li Navça Kesk a Bexdayê va tên avêtinê.

Gellek ji xelk û komên iraqî dixwazin ku hêzên amerîkî ji wî welatî derkevin û Parlimana Iraqê jî biryara derxistina wan hêzana pesend kirîye.