Îlon 12, 2025 19:40 Asia/Tehran
  • Pêla nerazîbûnên himber seredana Serokê Rejîma Sîyonîst a Londonê

Nêzî 2 salan e ku çîn û qatên curbicur ên gel li Ingilîsê bi lidarxistina tişta ku zincîre-xwenîşandana herî dirêj li Ingilîsê hatîye binavkirin, dixwazin ku qirrkirina filistînîyan demlidest were sekinandin, axa filistînîyan were azadkirin û boykotên sîyasî, aborî û çek û rextan ser Rejîma Sîyonîst da bên sepandin lê, aştî û çalakên medenî dibêjin ku hikûmet tam berovajî daxwzza pirranîya xelkê pêngavan radike.

Bi hezaran kesên neyarê Rejîma Sîyonîst li Londonê bi qêrînan nerazîbûna xwe himber seredana Serokê Rejîma Sîyonîst  û hêrs û bêzarbûna xwe himber vê rejîmê û piştgirên wê nîşan dan. Nêzî 2 salan e ku çîn û qatên curbicur ên gel dixwazin ku serok û rêvebirên Rejîma SÎyonîst werin girtin, mehkemekirin û cezakirin lê, hikûmeta Ingilîsê mazovanîya Hertzog Serokê Rejîma Sîyonîst dike ku li gorî gotina çalakên medenî qirrkirina zêde ji 65 hezar filistînîyan ji wan nêzî 20 hezar zarokî di karnama wî da hatîye tomarkirin.

Cîm Koran çavdêrê meseleyên sîyasî

Hikûmeta Israyîlê terorîst e û Hertzog jî serokê vê rejîmê ye. Serokê Israyîlê ew kesa ye ku bi şanazîyê belgeya bikaranîna bombeyên ku ji bo kuştina zarokên filistînî hatibûn amadekirin, wajo kir. Gazîkirina wî yan her rayedarekî Israyîlê bo Londonê, bêrêzîya himber daxwaza pirranîya miletekî ye ku dixwazin têkilîya bi rejîma Israyîlê ra were qutkirin.

Serokê Rejîma Sîyonîst li her dera Londonê ku gerîyaye tevî tivdîrên tund ên emnî û polîsan, pêleka hêrs û nefreta himber wî li kolannê derdora cîyê ew lê digere, radibe. Seredana Serokê Rejîma SÎyonîst a Londonê û piştgirîya Serokwezîrê Ingilîsê ji wê seredanê bûye sedema berteka hin parlimanteran û rêvebirên partîyan ku 2 sal e di bin zexta dengderan û raya giştî da ne. Aştîxwaz û edaletxwazan gazîkirina serokê Rejîma Sîyonîst ji hêla Londonê va şermezar kirin û ev kara hedestîya eşkere tev vê rejîmê di cinayetên vê rejîmê da zanîn.  

Serepeyv