Îlon 12, 2025 17:40 Asia/Tehran

Konseya Emnî ya NY şeva buhurî di civîneke awarte da êrişên Rejîma Sîyonîst ser civîna rayedarên Hemasê li Duheyê bêyî ku amajeyî navê vê rejîmê bike, şermezar kir.

Emîr- Se`îd Îrewanî Balyoz û Wekîlê Dayimî yê Îranê li NY di civîna awarte ya Konseya Emnî da dîyar kir ku Îran destdirêjî û êrişa terorîstî ya ser dewleta Qeterê bi awayekî teqil şermezar dike û ragihand: Îran bi awayekî teqil piştgirîyê dide mafê berevanîya rewa yê dewleta Qeterê anegorî mafên navdewletî û menşûra NY ji bo bersivdana himber binpêkarîyên wiha netirsane.

Rozmarî Dî Karlo Cîgira Sersekreterê NY jî di vê civînê da gotîye ku êrişa Rejîma Sîyonîst ser Duheyê qonaxeke nû û bitaluke di pevçûnên li Rojhilata Navînê da dest pê kirîye ku gefê li aştî û istiqrara herêmê dixwe. 

Mihemed Bin Ebdulrehman Alê Sanî Serokwezîrê Qeterê jî Konseya Emnî hişyar kir ku bêdengîya himber qanûna daristanê, hitbara vê konseyê lawaz dike.

Balyozên Ûrsêt û Çînê jî êrişa Rejîma Sîyonîst a ser Qeterê şermezar kirin û derbara dûhatên giran ên wê da hişyarî dan.

Wekîlê Pakistanê jî tevî şermezarkirina vê êrişê got ku destdirêjîya Rejîma Sîyonîst, kiryareke handêr a bitaluke ye ku gefê li aştî û istiqrara herêmê dixwe.

Balyozên Ingilîs û Fransayê jî gotin ku ew êrişa nayê qebûlkirin û Danmarkê jî ew êrişa şermezar kir. Balyozên welatên ereb jî ew êrişa şermezar kirin û ew wek bêrêzîya himber dîplomasîyê zanîn. Rejîma Sîyonîst roja sêşemê êrişî civîna rêvebirên Hemasê ya li Duheya Qeterê kir, lê ser nekt û hemî endamên desteya muzakirekr a vê tevgerê rizgar bûn. 

Serepeyv