Operasyona dervey sînorî ya Îstixbarata Iraqê dijî beşa locîstîk a DAIŞê
Dezgeha Eewlehiyê ya Iraqê ragihand ku wan toreke girêdayî DAIŞê ku karê veguhestina hêzan û çavkaniyên darayî bo vê koma terorîst li vî welatî dikir, têk biriye.
Dezgeha Ewlehiyê ya Iraqê di operasyonekê de ku zêdetirî 750 rojan berdewam bûye, komeke girêdayî DAIŞê ku karê veguhestina hêzan û çavkaniyên darayî bo vê koma terorîst a li hundirê Iraqê dikir, peyda kiriye û têk biriye.
Servîsên îstîxbarata Iraqê, ji wan îstîxbarat û hêzên dijî-terorîzmê yên vî welatî di operasyoneke dervey sînorî de, endamên toreke mezin a dabînkirina pêdiviyên aborî bo DAIŞê girtin ku berpirsê qaçaxa terorîstan di navbera çendîn welatên cîhanê de bo vê komê bû girtin.
Ev operasyon di bin çavdêriya Encumena Bilind a Dadweriya Iraqê li parêzgeha Kerkukê hat lidarxistin.