Şehîdkirina 50 filistînîyan li Xezzeyê
Îlon 12, 2025 18:10 Asia/Tehran
Wezareta Tenduristîyê ya hikûmeta Filistînê li Zîvala Xezzeyê ragihand ku îro 50 filistînî di encama êrişên sîyonîstên dagirker da hatin şehîdkirin û bi dehan kes jî hatin birîndarkirin.
Rejîma Sîyonîst di dewama cinayetên xwe da îro jî êrişî navçeyên curbicur ên Zîvala Xezzyê kir. Artêşa Rejîma Sîyonîst herwiha fermana valakirina hemî taxên Xezzeyê ku di bin êrişên bejayî û hewayî da ne da, ku wek destpêkek ji bo êrişa bejayî ya berfire ser vê herêmê ye.
Li Filistîna Dagirbûyî jî îro medyayan ragihandin ku di encama êrişekê da li hotêleke Qudsa Dagirbûyî 2 sîyonîst hatin birîndarkirin. Ev êrişa bersiveke xwezayî himber cinayetên dagirkeran e.