-
Serdar Şikarçî: “Tolhildana me, derxistina Amerîkayê ji navçeyê ye”
Tîrmeh 22, 2026 14:50Berdevkê Payebilind ê Hêzên Çekdar got: “Di raya giştî ya Îranê da, divê mijara tolhildanê di ast operasyoneke taktîkî û gelekî astnizim neyê kêmkirin. Belkî stratejîya me, derxistina amerîkayiyan ji navçeya Rojavayê Asyayê ye.”
-
Fermandeyê Giştî yê Artêşê: “Em ê lingên qirêj ên amerîkayîyan bişkênin”
Tîrmeh 22, 2026 17:50Fermandeyê Giştî yê Artêşa Komara Îslamî ya Îranê, tevî tekeziya ser amadetiya tam a hêzên çekdar, got: “Komara Îslamî ya Îranê, li hember her destdirêjiyekê, dê bersiveke vebirr bide û Amerîka divê derheq hêz û rûmeta gelê Îranê mikur were.”
-
Wezîrê Karên Hundir: Hin lihevkirinên giring digel Pakistanê ji bo pêşxistina bazirganî û sînoran pêk hatin
Tîrmeh 22, 2026 16:55Wezîrê Karên Hundir ê Îranê piştî hevdîtina bi rayedarên payebilind ên siyasî û leşkerî yên Pakistanê, qala bidestxistina lihevkirinên giring ji bo pêşxistina hevkariyên bazirganî û sînorî navbera du welatan kir.
-
Dewama operasyonên Nesr 2 û Saiqê( Brusk); Êrişên Sipah û artêşê ser meqerên Amerîkayê li Urdin û Kuweytê
Tîrmeh 22, 2026 08:46Di bersiva cinayetên Amerîkayê û di dewama operasyonên Hêzên Çekdar ên Îranê li dijî meqerên artêşa Amerîkayê li navçeyê de, Sipaha Pasdaran û Artêşa Komara Îslamî ya Îranê derbarê cihanîna çend operasyonên nû li Urdin û Kuweytê agahî dan.
-
Erkantiya Mafên Mirovan a Îranê: Kuştina sivîlan wekî binpêkirina eşkere ya mafên navdewletî ye
Tîrmeh 21, 2026 17:02Erkantiya Mafên Mirovan a Komara Îslamî ya Îranê êrişên leşkerî yên Amerîkayê ser parêzgehên Xizistan, Bûşihr, Hormizgan û Sîstan û Belûçistanê bi tundî şermezar kir û wê wekî binpêkirina mafên jiyanê, mafên navneteweyî yên mirovheziyê û berpirsiyariyên navneteweyî ya hikûmetan di piştgiriya ji sîvîlan de da zanîn.
-
Pizişkiyan: Dezgeha Dîplomasiya me dê qet ji mafên gelê Îranê paşde venekişe
Tîrmeh 21, 2026 16:46Serokê Komara Îslamî ya Îranê bal kişand ser pabendbûna Komara Îslamî ya Îranê ser mafên gel di pêvajoya muzakiran de û ragihand: Muzakire bi tekeziya li ser serbilindî, mesilhet û serbilindiya welêt hatine destpêkirin û Dezgeha Dîplomasiya me dê qet ji mafên gelê Îranê paşde venekişe.
-
Edmîral Îranî: Hêza Deryayî ya Artêşê erkdariyên xwe bi qawet berdewam dike
Tîrmeh 21, 2026 15:55Fermandê Hêza Deryayî ya Artêşê li ser dewama bi hêz a erkdariyên vê hêzê tekez kir û ragihand ku dijminê Amerîkî-Siyonîst divê bersiva cinayetên xwe bide.
-
Beqayî: Amerîka bi êrişa ser binesaziyên Îranê careka din mantiqa xwe ya kawilkir nîşan da
Tîrmeh 21, 2026 15:09Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê got: Amerîka bi êrişa ser binesaziyên sivîl ên Îranê xareka din mantiqa xwe ya kawilkir nîşan da.
-
Iraqçî: Dijmin li hember berxwedana Îranê hesabên şaş kirin
Tîrmeh 19, 2026 16:12Wezîrê karên derve yê Îranê amajeyî alûgorên berî şerrê 12 rojî kir û got: Komara Îslamiya Îranê di muzakireyan de daxwaza neqanûnî ya aliyê din ji bo sekinandina zengînkirinê qebûl nekir û parastina izetê û berjewendiyên neteweyî li her tiştekî din tercîh kir
-
Êrişa ser tesîseke bêxwêkirinê ya Caskê, binpêkirina qanûnên navneteweyî ye
Tîrmeh 19, 2026 15:25Wezîrê Av û Enerjiyê yê Îranê got, Êrişa ser tesîseke bêxwêkirinê ya Caskê, binpêkirina qanûnên navneteweyî ye.