Pizişkiyan: Dezgeha Dîplomasiya me dê qet ji mafên gelê Îranê paşde venekişe
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i359110-pizişkiyan_dezgeha_dîplomasiya_me_dê_qet_ji_mafên_gelê_Îranê_paşde_venekişe
Serokê Komara Îslamî ya Îranê bal kişand ser pabendbûna Komara Îslamî ya Îranê ser mafên gel di pêvajoya muzakiran de û ragihand: Muzakire bi tekeziya li ser serbilindî, mesilhet û serbilindiya welêt hatine destpêkirin û Dezgeha Dîplomasiya me dê qet ji mafên gelê Îranê paşde venekişe.
(last modified 2026-07-21T14:52:54+00:00 )
Tîrmeh 21, 2026 16:46 Asia/Tehran
  • Pizişkiyan: Dezgeha Dîplomasiya me dê qet ji mafên gelê Îranê paşde venekişe

Serokê Komara Îslamî ya Îranê bal kişand ser pabendbûna Komara Îslamî ya Îranê ser mafên gel di pêvajoya muzakiran de û ragihand: Muzakire bi tekeziya li ser serbilindî, mesilhet û serbilindiya welêt hatine destpêkirin û Dezgeha Dîplomasiya me dê qet ji mafên gelê Îranê paşde venekişe.

Mesûd Pizişkiyan di merasima roja neteweyî ya Pîşesazî û Madenê de bal kişand ser berxwedana gel û hilberîneran li himber zextên ji derve û got: Dijmin nekarîn armancên xwe bidest bixin û neçar man rêya gotûbêjê bigrin ber xwe. Wî yekitî û hevgirtina navxweyî sedema sereke ya vê serkeftinê da zanîn. 

Serokê Komara Îslamî ya Îranê her wiha bal kişand ser pêvajoya muzakiran û got: Komara Îslamî ya Îranê gav bi gav û li gorî berjewendiyên neteweyî bi pêşde çûye û bi hemû bêsoziyên aliyê himber, dê dev ji maf û berjewendiyên xwe bernede. Wî tekez kir ku hikûmet rêya xurtkirina berhemanîn, parastina yekitiya neteweyî û berevaniya ji berjewendiyên gelê Îranê bi hêz berdewam bike.