Edmîral Îranî: Hêza Deryayî ya Artêşê erkdariyên xwe bi qawet berdewam dike
Tîrmeh 21, 2026 15:55 Asia/Tehran
Fermandê Hêza Deryayî ya Artêşê li ser dewama bi hêz a erkdariyên vê hêzê tekez kir û ragihand ku dijminê Amerîkî-Siyonîst divê bersiva cinayetên xwe bide.
Edmîral Şehram Îranî di merasima rêzgirtina ji şehîdên Hêza Deryayî ya Artêşê li bajarê Qomê bal kişand ser şehîdbûna hejmarek ji pêrsênêlên Hêza Deryayî di encama êrişn dijmin de û tekez kir ku ev şehîd bi fedakariyên xwe pîlanên dijmin pûç kirin û xwîna wan bûye sedema rûmet û qawet û serbilindiya Komara îslamî ya Îranê.
Fermandê Hêza Deryayî ya Artêşê her wiha li ser şopandina hiqûqî û navneteweyî ya vê cinayetê agahî da û got: Sebebkarên vê kiryarê divê bersiva cinayetên xwe bidin.