-
Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî: ‘Heke ziman û nasnameya kurdî were nasîn, wê Tirkiye pir rengîn bibe’
Îlon 13, 2020 11:02Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî diyar kir ku heke mafê bingehîn ên kurdan wek ziman, nasname werin nasîn wê Tirkiye bigihîje pergalek demokratîk û bibe welatek pir rengîn û xwest zimanê kurdî bibe zimanê fermî û Saziya Zimanê Kurdî were avakirin.
-
Li Mêrdînê; Qeyûm karmendê ku strana kurdî parve kir ji kar derxist
Îlon 10, 2020 13:15Beytar Îsmaîl Taş ku li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê weke karmend dixebitî, ji ber ku beriya 2 salan li ser hesabê xwe yê medya civakî straneke kurdî parve kiriye, ji aliyê qeyûm ve ji kar hat derxistin. Pêkanînên antî demokratîk ên li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ku ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin, didomin.
-
Şertên tevlêbûna Mîhrîcana Wêjeyê ya Osman Sebrî hatin ragihandin
Îlon 10, 2020 12:54Gerînendetiya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê û Komîteya Wêjeyê şertên tevlêbûna Mîhrîcana Osman Sebrî ya Çaremîn diyar kirin. Tê payîn ku mîhrîcan 11`ê Cotmehê li dar bikeve.
-
‘Dilop’ê li ser Osman Sebrî dosya amade kiriye
Îlon 08, 2020 04:36Kovara du mehane Dilop ku bi kurdî û tirkî derdikeve bi hejmara xwe ya rezber û kewçêrê li pêşberî xwendevanên xwe ye. Kovarê li ser rewşenbîrê kurd Osman Sebrî dosya amade kiriye.
-
Mamosteyê kurd Hesen Guven wefat kir
Îlon 03, 2020 14:08Hesen Guvenn ku li Wanê ji bo kurdî gelek xebat kiribû û her wiha di nav siyasetê de jî cih girtibû ji ber vîrusa koronayê wefat kir.
-
Kampa awareyên Efrînê li Şehbayê; Amadekariyên Mîhrîcana Lêlûn berdewam in
Îlon 03, 2020 08:54Komîna Sînemayê ya Avrîn, li kampa koçberan a li Herêma Şehbayê xebatên xwe yên ji bo temamkirina amadekariyên Mîhrîcana Lêlûn a Sînemayê didomîne.
-
Zimanê Kurmancî, dengbêjî û Kemançe wî dike muzîkologê kurdî
Îlon 02, 2020 07:35Akademîsyenê antropolojiyê û muzîkolog Dr. Argûn Çakirê ji Mûglayê ewilî fêrî kurdî dibe û pişt re jî dide pey şopa çand û hunera kurdî. Çakir li ser dengbêjî û amûr û muzîka ribabê (Kemançeyê) dikeve. Ew li herêma Torê salek li ser Kemançeyê lêkolînê dike. Ew du masterên xwe û doktroya xwe li ser dengbêjî û muzîka Kemançeyê amade dike. Çakir got meraqa wî ya ji bo çanda kurdî ew aniye vê astê.
-
Hejmara 251an a Kovara sê mehane ya Nûbiharê derket
Îlon 01, 2020 10:47Kovara bi kurdî ya sê mehane Nûbihar bi hejmara xwe ya havîna 2020’an li pêşberî xwînerên xwe ye.
-
Enstîtûya Kurdî ya li Dûsseldorfê li ser zimanê Kurdî semînerek da
Tebax 31, 2020 05:20Rêveberê Enstîtuya Kurdî Mamoste Fêrgîn Melîk Aykoç li bajarê Dûsseldorfê di derbarê zimanê Kurdî de semînerek da.
-
Herêma Cizîrê - Yekemîn pêşbirka çandî ya zarokan destpê kir
Tebax 25, 2020 20:26Desteya Çandê ya herêma Cizîrê ji bo teşwîqkirina zarokan ku pirtûkan bixwînin û di paşerojê de bibin nivîskar, yekemîn pêşbirka zarokan bi navnîşan "Nivîskarê Paşerojê" li gel girtina tedbîrên hişyariyê ji Koronavîrusê, lidar dixe.