Mamosteyê kurd Hesen Guven wefat kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i319234-mamosteyê_kurd_hesen_guven_wefat_kir
Hesen Guvenn ku li Wanê ji bo kurdî gelek xebat kiribû û her wiha di nav siyasetê de jî cih girtibû ji ber vîrusa koronayê wefat kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 03, 2020 14:08 Asia/Tehran
  • Mamosteyê kurd Hesen Guven wefat kir

Hesen Guvenn ku li Wanê ji bo kurdî gelek xebat kiribû û her wiha di nav siyasetê de jî cih girtibû ji ber vîrusa koronayê wefat kir.

Hesen Guven li Wanê wekî "Mamoste Hesen" dihat nasîn. Demek nûnerê Egîtîm-Sena Wanê bû, dema dibistanên kurdî hatin vekirin avakarê Navenda Hînkirina Zimanê Kurdî ya Wanê bû û demek jî di nav Rêveberiya Bajarê HDP'ê yê Wanê bû. Guven heta niha kedek mezin dabû ji ber vîrusê wefat kir.