-
Heta 23ê Tebaxê; Li Tirkiyê hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 237 hezar û 165an
Tebax 23, 2020 22:03Di 24 saetên dawîn de (Heta 23ê Tebaxê) bi rehetbûna 795 kesan, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 237 hezar û 165an.
-
Li Iraq 75 kesên din bi Koronayê mirin
Tebax 23, 2020 18:55Îro roja yekşemê 23.08.2020an Wezareta Tendirustiya Iraqê di daxuyaniyekê de aşkere kir di heyama 24 saetên dawî de 3 hezar û 291 kesên din bi Koronayê ketine û 75 kes jî bi Koronayê mirine.
-
Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê: Dermanê dijî vîrusa Koronayê hatiye berhemanîn û di qonaxa taqîkirinê deye
Tebax 23, 2020 18:34Berdevkê Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê Dr. Mihemed Qadir aşkere kir dermanê dijî nexweşiya virusa Koronayê hatiye berhemanîn û di qonaxa dawî ya test û taqîkirinê de ye û wê li ser nexweşxanan were belav kirin.
-
Wezareta Tendirustiya Îranê: Zêde ji 309 hezar pêketiyên Koronayê baş bûn
Tebax 23, 2020 16:35Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê ragihand ku di 24 saetên borî de zêde ji du hezar û 100 kes li Îranê bi Koronayê (Covid-19) ketin û zêde ji 309 hezar pêketiyên Koronayê jî baş bûne û vegeriyane malên xwe.
-
Ruhanî: Cihanîna Abora bi berxwedanê bûye bingeha hewldanên dewlata Îranê
Tebax 23, 2020 16:19Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Ruhanî got: Pêşxistina tamulkirinê di warê aborê de û cihanîna siyasetên abora bi berxwedanê bûye bingeh û mêhwera gişt hewldanên dewleta KOmara Îslamî ya Îranê.
-
Li deverên kurdî yên Sûriyê 27 kes bi Koronayê ketin
Tebax 23, 2020 08:05Li deverên bin desthilata Rêveberiya Xweser ya herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê di nava 24 saetan de 27 kes bi Koronayê ketin û 3 kes jî ji ber vê vîrusê mirin.
-
Parlamenterê HDPê derbarê pandemiya Koronayê li Êlihê hişyarî da
Tebax 23, 2020 05:03Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Dr. Necdet Îpekyuz derbarê belavbûna vîrusa koronayê de hişyarî da û ragihand ku ji meha Hezîranê ve haletên pêketina vîrusên koronayê zêde dibin û got: “Hejmara haletên koronayê têne veşartin û ji ber wê yekê ti planeke baş bo rêgirtina li ber belavbûna koronayê nayê danîn.”
-
Heta îro 22ê Tebaxê; Zêde ji 307 hezar ji tûşbûyiyên Koronayê li Îranê baş bûne
Tebax 22, 2020 10:01Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi tûşbûna derdora 356 hezar û 792 kesî li Îranê bi Vîrûsa Koronayê ragihand ku heta niha 307 hezar û 702 kes ji tûşbûyiyan baş bûne.
-
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 47 kesên din bi COVID-19 ketine
Tebax 22, 2020 08:25Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro ragihand ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 47 kesên din bi vîrusa Koronayê ketine û 15 nexweş jî baş bûne.
-
Rûhanî bi boneya Roja Pizişkan li Îranê peyama pîrozbahiyê da
Tebax 22, 2020 07:29Serokê Komara Îslamî ya Îranê tevî pîrozkirina Roja Pizişkan li Îranê, got: Wergirtina berpirsiyariya pizişkî, wêneyeke ron û zelal ji alîkariya yên din û şêwazeke mêrxasane ya jiyanê ye.