Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 47 kesên din bi COVID-19 ketine
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i318876-li_bakur_û_rojhilatê_sûriyê_47_kesên_din_bi_covid_19_ketine
Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro ragihand ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 47 kesên din bi vîrusa Koronayê ketine û 15 nexweş jî baş bûne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 22, 2020 08:25 Asia/Tehran
  • Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 47 kesên din bi COVID-19 ketine

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro ragihand ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 47 kesên din bi vîrusa Koronayê ketine û 15 nexweş jî baş bûne.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Hawar Newsê (ANHA),Hevserokê Desteya Tenduristiyê Ciwan Mistefa da zanîn ku kesên bi Koronavîrusê ketine 22 mêr in û 25 jin in.

47 kesên ku bi COVID-19 ketine, ji van herêman in:

Qamişlo: 21

Dêrikê: 3

Hesekê: 11

Rimêlan: 1

Girkê Legê: 1

Reqa: 4

Dêrazor: 4

Kobanê: 1

Li Tebqayê jî yekemîn kes bi koronayê ket

Mistefa bi bîr xist ku 15 kesên ku vîrusa Korona ketibûn baş bûne.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevî hejmara îro hate ragihandin 327 kes bi vîrusê ketine, 17 nexweşan jiyana xwe ji dest daye û 51 nexweş jî baş bûne.