-
Serêvebirê Wezareta Tendirustiya Xezzê: Rewşa awareyên filistînî bikaresat e
Tebax 20, 2026 12:46Munîr Bûrş, Serêvebirê Wezareta Tendirustiya Xezzê ragihand: 80 mîlyon ton kelefe di Xezzê de hene ku derxistin û tomarkirina kesên bêserûşûn dijwar dike. NY jî bangewaziya Wezîrê Ewlehiya Navxwe ya Rejîma Siyonîst ji bo kuştina filistîniyan şermezar kir.
-
Wezîrê Karên Derve yê Îranê bersiva gefên Trump daEbas Iraqçî
Tebax 20, 2026 11:46Ebas Iraqçî, Wezîrê Karên Derve yê Îranê, îro bi ragihandina viya ku gefa li ser destpêkirina operasiyona aboriyê dijî Îranê, ji bo xalifandina raya giştî ya Amerîkayê ji qeyranên pereyî yên navxweyî ye destnîşan kir: Pêkutiya li ser dewama siyasetên şikestxwerî, tenê wê şikestên zêdetir pêk bînin û wê dijminatiya îraniyan bi dû xwe ve bîne.
-
Dewama qeyrana mirovî li Xezzeyê û başûrê Libnanê
Tebax 19, 2026 16:17Li gorî raporên herî dawî, qeyrana mirovî li Xezze û başûrê Libnanê berdewam dike qeyrana ku tevî hebûna agirbesê, tim berûlayên berfirehtir peyda dike.
-
Qalîbaf: Tengerêya Hormizê heta rakirina dorpêçê û boykotkirina niftê venabe
Tebax 19, 2026 09:19Serokê Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê dibêje Tengerêya Hormizê heta dema ku berpirsiyariyên Amerîkayê li gorî lêktêgihîştinamê cih neyên, dê neyê vekirin.
-
Eraqçî: Bila hevalên me yên kurd li himberî pîlanên alayên derew şiyar bin
Tebax 19, 2026 08:45Wezîrê Karên Derve yê Îranê li berteka li himberî êrişa ser nivîsgeha Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê tekez kir:Bila hevalên me yên kurd li himberî pîlanên alayên derew ku bi armanca pêkanîna bêtifaqiyê di navbera welatên cîrande tên dîzaynkirin, şiyar bin
-
Derewandina vegotina Trump; Sipahê bi awayekî weşartî bi Amerîkayê re gotûbêj nekiriye
Tebax 18, 2026 12:14Berdevkê Sipaha Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê got: Îdiaya Trump ya li ser gotûbêja weşartî ya bi Sipahê re, xeyalên ji ber şikestê ne.
-
Hemasê bi şert û merc qonaxa duyem a Pilana Aştiyê li Xezzê pejirand
Tebax 18, 2026 11:10Tevgera Hemasê ragihand nexşerêya qonaxa duyem a pilana ku ji bo Xezzê hatiyeb pêşniyarkirin pejirandiye, bi mercê ku ev pêvajo bibe sedema agirbesa hertimî, derketina bi tevahî ya hêzên dagirkir û destpêbûna ji nû ve avadenkirinê.
-
Beqayî: Ya ku Îran ji Qeterê dixweze ev e ku rewşa balafirvanên îranî kifş bibe
Tebax 18, 2026 10:08Îsmaîl Beqayî, berdevkê Wezareta KArên Derve ya Îranê,liserkêşeya vê dawiyê ya di navbera Îran û Qeterê û mijara balafirvana de got: Hevgavê viya ku em bi Qeterê re di têkiliyê de ne û Qeter rola xwe dilîze û di vî warî de têbîniyên me jî hene û em bi awayekî cidî dixwezin ku Qeter rewşa van balafirvanan zelal bike.
-
Xizmetguzariyên Pizişkî yên Xezzeyê di halê rawestanê ne
Tebax 16, 2026 18:07Rêveberê Alîkarîiya Pizişkî li Xezzeyê hişyarî da ku heke kêmasiya rûnê pêdivî ya jenratorên karebayê berdewam bike, xizmetguzariyên pizişkî û tendrustiyê li navendên alîkarîgîhandinê di 24 sietan de dê bên rawestandin.
-
Fermandê Artêşa Îranê: Li himberî her destdirêjiyekê, me ti sînorek jibo berevaniyê tine
Tebax 16, 2026 17:07Serfermnadê artêşa Îranê li bara parastina şiyana berevaniyê ya Îranê û zêdekirina şiyanên nû li hêzên çekdar agahî da û tekez kir: Komara Îslamî ya Îranê jibo berevaniya xwe ti berbendek tine.