Wezîrê Karên Derve yê Îranê bersiva gefên Trump daEbas Iraqçî
Ebas Iraqçî, Wezîrê Karên Derve yê Îranê, îro bi ragihandina viya ku gefa li ser destpêkirina operasiyona aboriyê dijî Îranê, ji bo xalifandina raya giştî ya Amerîkayê ji qeyranên pereyî yên navxweyî ye destnîşan kir: Pêkutiya li ser dewama siyasetên şikestxwerî, tenê wê şikestên zêdetir pêk bînin û wê dijminatiya îraniyan bi dû xwe ve bîne.
Seyîd Ebas Iraqçî, wezîrê karên derve yê Îranê wek berteka li hember gefên operasiyona aborî ya dijî Îranê ku ji aliyê Donald Trump, serokomarê Amerîkayê hatin raberkirin, got: Pêkutiya li ser dewama siyasetên şikestxwerî, tenê wê şikestên zêdetir pêk bînin û wê dijminatiya îraniyan bi dû xwe ve bîne. Wî herwwiha got: Gefa li destpêkirina operasiyona aboriyê dijî Îranê, di rastiyê de ji bo xalifandina raya giştî ya Amerîkayê ji qeyranên navxweyî yên pereyî ye; Yanî qerên nedîtî û jordaçûna serhejîner a sûdên bankî li Amerîkayê destnîşan kir: Terorîsma aborî ya Amerîkayê, gefê li aboriya cîhanî û desthilatdariya netewî ya welatan li gişt cîhanê dixwe.
Serokomarê terorîst ê Amerîkayê di tora xwe ya civakî ya Trûsê de bi dubarekirina gotinên xwe yên pûç û di halekî da ku di nîveka muzakireyan de êrişî ser Îranê kiriye, îdia kir: Ti kesî ji min zêdetir derfet nedaye Komara Îslamî ya Îranê ta ku bigihîje hevhatinekî. Mixabin wan ev derfeta ji dest dane.
Trump ku ji ber şikesta di qada leşkerî ya dijî Îranê de û dirêjbûna vê destdirêjiya bêheger ji ber berxwedana Têhranê, bihêrs e, îdia kir: Hema ji ber viya îro operasiyona herî wêrankir a aboriyê ku heta nika dijî welatekî cih hatiye, radigihînim.
Îdiayên Trump û hikûmeta wî di halekî da ne ku gêjbûn veguheriye yek ji lawaziyên herî girîng ên siyaseta derveyî ya hikûmeta Trump li hember Îranmê û di hinek medyayan de jî nebûna armanceke sabit a stratêjîk wekî yek ji mêhwerên hema vê gêjbûnê hatiye raberkirin.