-
NY bang li 57 welatan kir welatiyên xwe ji kampên herêmên kurdî li Sûriyê derxînin
Sibat 09, 2021 20:23Pisporên Mafên Mirovan ên ser bi Neteweyên Yekbûyî (NY) ve, name ji 57 welatan re şandin, daku welatiyên xwe ji herdû kampên Hol û Roj li herêmên kurdî li Sûriyê derxînin, ji ber ku metirsiyeke zêde li ser jiyana wan heye.
-
Li Reqayê, DAIŞê êrîşî ser hêzên HSD kir
Sibat 08, 2021 13:58Çeteyên DAIŞê li bajarê Reqayê yê bakurê Sûriyê bi mîlîtanên HSDê ra ketin pevçûnê.
-
Qamiçlo - Piştî 55 salan du malbatên bakurê Sûriyê li hev hatin
Sibat 08, 2021 07:41Desteya Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hevkariya Partiya Demokrata Pêşverû ya Kurd li Sûriyê, du malbat ku ji 55 salan ve nakokî di navbera wan derketibûn, li hev anîn.
-
Wê sibe Deriyê Sînor ê Sêmalka vebibe
Sibat 07, 2021 20:21Rêveberiya Deriyê Sêmalka ya di navbera Herêmên kurdî yên Sûriyê û Herêma Kurdistana Iraqê de ragihand ku wê sibe Deriyê Sêmalka ji bo hatûçûnê vebe.
-
Grûpên çete yên ser bi Tirkiyê li ser kelûpelên diziyê êrişî hev kirin
Sibat 07, 2021 15:34Li bajarê Serê Kanî yê kurdên Sûriyê li ser kelûpelên hatine dizîn û talankirin, şer di navbera grûpên çete yên ser bi Tirkiyê de derket.
-
Bi armanca guhertina Demografiyê: 150 malbatên Uyxur li Serê Kaniyê hatin bicihkirin
Sibat 06, 2021 15:11Hikûmeta Tirkiyê û komên sûrî yên bin fermana wê bi armanca guhertina demografiya navçeyên bin dagirkeriya xwe li bakurê Sûriyê, 150 malbatên Uyxur li bajarê Kurdnişîn ê Serê Kaniyê bi cih kirine.
-
Li Bakur û Rojhilata Sûriyê 7 kesên din bi koronayê ketin
Sibat 06, 2021 15:11Desteya Tenduristiyê ya Desthilata Bakur û Rojhilata Sûriyê îro ragihand ku li Bakur û Rojhilata Sûriyê 7 kesên din bi vîrusa koronayê (Covid-19) ketine.
-
HSD: Di encama operasiyona tolhildana du jinên şoreşger de bi dehan çete hatin girtin
Sibat 05, 2021 19:55Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HSD’ê ragihand ji bo du jinên rêveber ku beriya çend rojan hatibûn qetilkirin li herêma sînor a Dêrazor û Iraqê operasyon kirine û bi dehan endamên çeteyan hatine girtin.
-
Amerîka: DAIŞ ji piştgirên xwe li Tirkiye û Iraqê 100 milyon dolar bidest dixe
Sibat 05, 2021 09:19Wezareta Gencîneyê ya Amerîkayê aşkere kir ku DAIŞ bi rêya alîgirên xwe yên li Tirkiye û Iraqê hê jî dikare 100 milyon dolar bidest bixe.
-
Operasiyona Artêşa Tirkiyê li bakurê Sûriyê
Sibat 04, 2021 12:54Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê îdia dike ku pênc endamên PKK û YPGê di êrîşa artêşa Tirkiyê li bakurê Sûriyê hatine kuştin.