Li Bakur û Rojhilata Sûriyê 7 kesên din bi koronayê ketin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i323874-li_bakur_û_rojhilata_sûriyê_7_kesên_din_bi_koronayê_ketin
Desteya Tenduristiyê ya Desthilata Bakur û Rojhilata Sûriyê îro ragihand ku li Bakur û Rojhilata Sûriyê 7 kesên din bi vîrusa koronayê (Covid-19) ketine.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 06, 2021 15:11 Asia/Tehran
  • Li Bakur û Rojhilata Sûriyê 7 kesên din bi koronayê ketin

Desteya Tenduristiyê ya Desthilata Bakur û Rojhilata Sûriyê îro ragihand ku li Bakur û Rojhilata Sûriyê 7 kesên din bi vîrusa koronayê (Covid-19) ketine.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Desthilata Bakur û Rojhilata Sûriyê Ciwan Mistefa diyar kir ku kesên bi vîrusa koronayê ketine, 6 mêr û jinek in û li van herêman in:

Hesekê: 3

Qamişlo: 1

Dêrik: 1

Reqa: 1

Tebqa: 1

Bi van daneyan hejmara giştî ya pêketiyên koronayê li Bakur û Rojhilata Sûriyê gihaşt 8 hezar û 530 kesan; ji wan hezar û 218 kes baş bûne û 296 kesan jî jiyana xwe ji dest daye.