-
300 xalên boykotkirina Rejîma Siyonîst ji aliyê zanîngehên welatên rojavayî ve
Tesrîn 03, 2024 16:05Serokê Zanîngeha Bên Goryon a Îsraîlê ragihand, ji dema destpêbûna operasiyona Bahoza Eqsayê ve zêde ji 300 xalên boykotkirina pergala perwerdehiya vê rejîmê ji aliyê zanîngehên welatên rojavayî û amerîkî ve pêk hatine.
-
Xwenîşandan bona piştgîriya ji xelkê Xezze û Libnanê
Tesrîn 03, 2024 16:04Xwenîşandanekên berfireh bona piştevaniya ji Libnanê û Xezzê li welatên curbicur hatin lidarxistin.
-
Pêhişyariya saziya Tendirustiya Cîhanî li bara rewşa qeyranî ya zarokan li Xezzê
Tesrîn 03, 2024 16:04Serêvebirê Rêxistina Cîhanî ya Tendirustiyê(WHO) li ser rewşa qeyranî ya zarokên filistînî li Zîvala Xezzê li dû dewama êrişên rejîma qirkir a Îsraîlê pêhişyarî da.
-
Êrişên berfireh ên Hizbullahê ser navenda kombûna leşkerên Siyonîst
Tesrîn 03, 2024 16:04Hizbullaha Libnanê basa êrişên berfireh ser cihê kombûna leşkerên artêşa Rejîma Siyonîst û bajarokên siyonîstnişîn li bakûrê Erdên Dagirkirî kir.
-
Hejmara şehîdên Xezzê gihîşte 43 hezar û 341 kesan
Tesrîn 03, 2024 16:04Di halekî da ku şerrê jînûsaydê ya Rejîma Siyonîst li Zîvala Xezzê derbasî roja xwe ya 394`an bûye, wezareta tendirustiya Xezzê ragihand dijminê siyonîst di 24 saetên buhurî da 4 cinayet dijî malbatên filistînî li Zîvala Xezzê cih aniye û di encama van êrişan da 27 kes şehîd bûne û 86 kes jî birîndar bûne.
-
Meydana şêr destdirêjiya Rejîma Siyonîst radiwestîne
Tesrîn 02, 2024 16:42Parlemanterekî Hizbullahê li parlemana Lubnanê bal kişand ser wê yekê ku şert û mercê sereke yê serhevdeanîna muzakireyan, rawestandina êrişên Rejîma Siyonîst e û tekekz kir: Ya ku destdirêjî û hovîtiya Îsraîlê radiwesîne, meydana şêr e.
-
Derbeyên Tabûrên Qessam li siyonîstan
Tesrîn 02, 2024 14:15Li gor rapora medyan, li bakurê Xezeyê şerekî giran di rojevê d eye û têkoşerên Qessam li rojavaya kempa Cibaliyê panzêrek dan ber êrişan û têkoşerên tabûra Qudsê jî leşkerek siyonîst li rojhilatê vê kampê kuştin.
-
Zêdebûna hejmara şehîdên Xezeyê
Tesrîn 02, 2024 14:13Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Xezeyê îro şemiyê derbarê zêdebûna hejmara şehîdên destdirêjiyên Rejîma Siyonîst ser zîvala Xezeyê bo 43 hezar û 259 kesî û her wiha zêdebûna hejmara birîndaran bo 101 hezar û 827 kesî agahî da.
-
Fêlbaziya Amerîka û Rejîma Siyonîst li plana agirbesê
Tesrîn 02, 2024 14:12Rayedarên Hamasê û her wiha rayedarên Lubnanê tekez kirin ku hegera sereke ya dewama şerê li Xeze û Lubnanê û bêencambûna agibesê, fêlbazî û destwerdanên Amerîka û Rejîma Siyonîst e.
-
Rêberê inqilabê: Rejîma Siyonîst û Amerîka dê bersiveke tund û vebirr werbigrin
Tesrîn 02, 2024 14:09Rêberê Inqilaba Îslamî bi şirovekirina hegerên sereke yên têkoşîna 70 salî ya gelê Îranê li himber zilm û zêdegaviyên Amerîkayê tekez kir: Di vê rêya serbilindiyê de,Rejîma Siyonîst û Amerîka li bersiva her kiryarekek dijî gelê Îranê de, dê bersivkeke qahêm werbigrin.