Hejmara şehîdên Xezzê gihîşte 43 hezar û 341 kesan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/filistîn-i351985-hejmara_şehîdên_xezzê_gihîşte_43_hezar_û_341_kesan
Di halekî da ku şerrê jînûsaydê ya Rejîma Siyonîst li Zîvala Xezzê derbasî roja xwe ya 394`an bûye, wezareta tendirustiya Xezzê ragihand dijminê siyonîst di 24 saetên buhurî da 4 cinayet dijî malbatên filistînî li Zîvala Xezzê cih aniye û di encama van êrişan da 27 kes şehîd bûne û 86 kes jî birîndar bûne.
(last modified 2024-11-03T12:46:16+00:00 )
Tesrîn 03, 2024 16:04 Asia/Tehran
  • Hejmara şehîdên Xezzê gihîşte 43 hezar û 341 kesan

Di halekî da ku şerrê jînûsaydê ya Rejîma Siyonîst li Zîvala Xezzê derbasî roja xwe ya 394`an bûye, wezareta tendirustiya Xezzê ragihand dijminê siyonîst di 24 saetên buhurî da 4 cinayet dijî malbatên filistînî li Zîvala Xezzê cih aniye û di encama van êrişan da 27 kes şehîd bûne û 86 kes jî birîndar bûne.

Wezareta tendirustiya Filistînê li Xezzê herwiha pêgîrî kiriye ku hejmarek ji goriyan di bin kelefeyan da mane û ûrjans û hêzên Berevaniya Sivîl nikarin meytên wan peyda bikin. Wezareta tendirustiya Filistînê li Xezzê herwiha ragihand, hejmara goriyên operasiyona Rejîma Siyonîst li Zîvala Xezzê ji 7`ê Cotmeha 2023`an ve gihîştiye 43 hezar û 341 kesan û hejmara birîndaran jî gihîştiye 102 hezar û 105 kesan.

Di eynî demê da Rêxistina Çavdêra Mafên Mirovan ragihand Rejîma Siyonîst koçberkirina bi darê zorê û birçîtiyê wekî çekeka cengê li Zîvala Xezzê bi kar tîne. Sendîkaya Nûçegîhanan a Filistînê ragihand: Rejîma Siyonîst di yek sala şerrê li Zîvala Xezzê da zêde ji du qatê hejmara nûçegîhanên ku her salê li gişt cîhanê têne kuştin, kuştine.