-
Zêdebûna hejmara şehîdên Zîvala Xezzeyê bo 44 hezar û 235 kesî
Tesrîn 25, 2024 14:10Hejmara şehîdên Zîvala Xezzeyê ji destpêka destdirêjiya Rejîma Siyonîst ser vê zîvalê ji 7`ê Cotmeha sala 2023`an ve heta niha gihêştiye 44 hezar û 235 kes û hejmara birîndaran jî rabû 104 hezar û 638 kesî.
-
Rekora nû ya operasyonên Hizbullahê li dijî Erdên Dagirbûyî yên Filistînê
Tesrîn 25, 2024 13:50Hizbullaha Lubnanê şeva borî bi zêdekirina hejmara operasiyonên xwe yên xurt dijî erdên dagirbûyî yên Filistînê rekoreke nû tomar kir.
-
Hin planên jibo berfirehkirina xeleka şêr bo welatên navçeyê
Tesrîn 25, 2024 13:43Wezîrê karên derve yê Iraqê derbarê hin planên jibo berfirehkirina xeleka şerê Xezze û Lubnanê bo welatên din aqahî da.
-
Hekkirina şirketeke Yekîneya Sîxorîyê ya 8200 a artêşa Rejîma Sîyonîst
Tesrîn 24, 2024 15:16Koma sayberî ya Henzele li gorî çend wêneyan idia kir ku şirketa herî mezin û bixof a sîxorîyê ya ser bi Yekîneya 8200 ya artêşa Rejîma Sîyonîst bi navê Sîlîkam hek kirîye û hemî lêzanînên gellek nihênî ji wan hemî îmêyl, name, belgeyên idarî û darayî, belgeyên lêkolîn û pêşxistinê, peywendî û hwd xistîye destê xwe û jê birîye.
-
Êrişa giran a Hizbullahê ya bi mûşekan ser Tel Avîvê
Tesrîn 24, 2024 15:16Çavkanîyên nûçeyan ragihandin ku Bereya Berxwedana Islamî ya Libnanê bi mûşekan bi awayekî tund û giran êrişî Tel Avîvê kir.
-
Berdewambûna êrişên Rejîma Sîyonîst ser Xezzeyê
Tesrîn 24, 2024 15:16Jînosayda ku Rejîma Sîyonîst ji 7`ê Cotmeha sala 2023`yê va li Zîvala Xezzeyê dijî gelê bêberevan ê vê herêmê dest pê kirîye, derbasî roja 415`an bû.
-
Biryara desteserkirina Netanyahu û Galant ne biryareke sîyasî ye
Tesrîn 24, 2024 15:16Berpirsê Sîyaseta Derve ya YE got: Biryara Dadgeha Navdewletî ya Cezayê ya dijî Serokwezîr û Wezîrê Cengê yê wêdadayî yê Rejîma Sîyonîst ne biryareke sîyasî ye.
-
Amerîkayê gefa boykotê li hevpeymanên xwe xwar
Tesrîn 24, 2024 15:15Senatorekî amerîkî di çaçrova karekî bêmînak da gefa boykotê li hevpeymanên sereke yên vî welatî yanî Ingilîs, Alman, Fransa û Kanadayê xwar.
-
Ziltankên Rejîma Sîyonîst dibin nêçîra têkoşerên berxwedêr
Tesrîn 23, 2024 17:01Medyayeke leşkerî li Amerîkayê di raporekê da bal kişandîye ser beşeke zîyana ku di şerê li Xezze û Libnanê da li artêşa rejîma Israyîlê ketîye û nivîsî ku di mehên buhurî da çend tankên artêşa Rejîma Sîyonîst ên ji cura Merkava-6 bi destê komên filistînî hatine teqandin û jinavbirin.
-
UNRWA: Israyîlê dil heye me bêdeng bike
Tesrîn 23, 2024 16:15Serkomîserê Ajansa Alîkarîgîhandin û Karpeydakirina bo Awareyên Filistînî ya NU (UNRWA) bal kişand ser cinayetên Rejîma Sîyonîst li Xezzeyê û hejmara personelên NY yên vê dawîyê hatine kuştin û birîndarkirin, di dîrokê da bêmînak zanî û got ku rejîma dagirker hewil dide dengên piştgirê Xezzeyê vemirîne.