Hekkirina şirketeke Yekîneya Sîxorîyê ya 8200 a artêşa Rejîma Sîyonîst
https://kurmanci.sahartv.ir/news/filistîn-i352257-hekkirina_şirketeke_yekîneya_sîxorîyê_ya_8200_a_artêşa_rejîma_sîyonîst
Koma sayberî ya Henzele li gorî çend wêneyan idia kir ku şirketa herî mezin û bixof a sîxorîyê ya ser bi Yekîneya 8200 ya artêşa Rejîma Sîyonîst bi navê Sîlîkam hek kirîye û hemî lêzanînên gellek nihênî ji wan hemî îmêyl, name, belgeyên idarî û darayî, belgeyên lêkolîn û pêşxistinê, peywendî û hwd xistîye destê xwe û jê birîye.
(last modified 2024-11-24T12:01:15+00:00 )
Tesrîn 24, 2024 15:16 Asia/Tehran
  • Hekkirina şirketeke Yekîneya Sîxorîyê ya 8200 a artêşa Rejîma Sîyonîst

Koma sayberî ya Henzele li gorî çend wêneyan idia kir ku şirketa herî mezin û bixof a sîxorîyê ya ser bi Yekîneya 8200 ya artêşa Rejîma Sîyonîst bi navê Sîlîkam hek kirîye û hemî lêzanînên gellek nihênî ji wan hemî îmêyl, name, belgeyên idarî û darayî, belgeyên lêkolîn û pêşxistinê, peywendî û hwd xistîye destê xwe û jê birîye.

Li gorî daxûyanîya Koma Sayberî ya henzelê, hemî endamên kilîdî û rêvebirên pillebilind ên vê şirketê ji efserên nihênî yên payeberz ên Yekîneya 8200`î ne û berpirsyarî û karê vê şirketê plandarêjî û çêkirina hemî rawestgehên sîxorîya dîcîtal yên Yekîneya 8200 a sîyonîstan li Erdên Dagirbûyî û deverên din ên cîhanê ye. Koma Sayberî ya Henzelê herwiha ragihandîye ku ev operasyona sayberî wek hilanîna tola xwîna Yehya Siwar li dar xistîye û yê bi zûtirkê nasnameya endamên ewê yekîneyê û belgeyên nihênî yên wê aşkira bike.