-
Tirkiyê dîsa bi du balafirên kargoyê çek û cebilxane şandin Lîbyayê
Kanûn 30, 2020 05:09Dezgehên çapemeniyê duh ragihand ku du balafirên kargoyê yên Tirkiyê gihêştin baregeha Wetiyê ya Lîbyayê, ji wê zêdetir jî dewleta Tirkiyê betariyên moşek û du pergalên radaran veguhastin xaka Lîbyayê. Ew yek jî niyeta Enqerê ya pêxistina agirê şerekî nû nîşan dide
-
Şandeyeke Misirê serdana Terablusê kir
Kanûn 28, 2020 08:27Dezgehên çapemeniyê ragihand ku piştî serdana wezîrê parastinê yê dewleta Tirkiyê şandeyeke ewlehiyê ya Misirê îro gihaşt paytexta Lîbyayê Terablusê.
-
Akar ku ji bo astengirina lihevkirina aliyên lîbyayî çûye vî welatî, gef li Hafter xwar
Kanûn 28, 2020 04:15Wezîrê Berevaniyê Tirkiyê Hulusî Akar li ser gotinên li dijî Tirkiyê bersiv da Serokê Artêşa Netewî ya Lîbyayê General Xelîfe Hefter û got “Di her hewldana êrişek li ser pêkhateyên Tirkiyê , dê pêkhateyên Hafter li her deverê wekî hedefên rewa werin dîtin.”
-
Taximeke payeberz a misirî derbasî Lîbyayê bû
Kanûn 27, 2020 15:54Taximeke payeberz a misirî pêkhatî ji berpirsên Wezareta karên derve û Istixbarata vî welatî îro Yekşemiyê derbasî Trablosê bû.
-
Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê li Lîbyayê ye
Kanûn 26, 2020 11:54Di demeke ku nakokiyên navbera Artêşa Niştimanî ya Xelîfe Hefter û komên çekdar ên girêdayî hikumeta Wîfaq a Lîbyayê gur dibin, Wezîrê Parastinê ya Tirkiyê Hulusi Akar gihîşt Terablusê.
-
El-Mismarî: Milîşe û çeteyên Tirkiyê amadekariya êrişekê li dijî rojhilatê Lîbyayê dikin
Kanûn 24, 2020 05:09Hêzên Xelîfe Hefter ya bi navê Artêşa Nîştimanî ya Lîbyayê duh êvarê ragihand ku bi hezaran çete û milîş li herêma Hîşe, Qidahiye, Zemzem û li rojhilatê Misratayê kom bûne û amadekariya êrişekê li dijî rojhilatê Libyayê dikin. Artêşê diyar kir ku çete agirbestê binpê dikin.
-
NY`yê ji bo Lîbya û Rojhilata Navîn nûnerên nû erkdar kirin
Kanûn 16, 2020 11:10Sekretêrê giştî yê NY`yê Antonio Guterres, piştî erêkirina Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî, Nîkolay Mladenov û Tour Winsland wek nûnerên taybet ji bo Lîbya û Rojhilata Navîn erkdar kirin.
-
Danûstandinên Lîbyayê: NY li benda lihevkirina aboriyê ye
Kanûn 16, 2020 05:40Sefîra Neteweyên Yekbûyî yê ji bo Lîbyayê hêvî dike, ku di danûstandinan de aliyên Lîbyayê têkildarî reformên aboriyê li ser 'armancên şênber' li hev bikin.
-
Rojnama El-Beyan: Erdogan bi veguhastina terorîstan ji bo Lîbyayê, terorê eşkere dike
Kanûn 13, 2020 22:36Rojnama El-Beyan a Îmaratê diyar kir ku Erdogan bi rêya şandina çeteyên komên terorîst û çeteyên ji welatên din ji Lîbyayê re, terorê eşkere dike.
-
Parlamenterekî lîbyayî: Toqa di stûyê Erdogan de teng dibe
Kanûn 12, 2020 06:05Endamê Parlamenta Lîbyayê Îbrahîm El-Dirzî got: "Ji ber rewşa aborî ya xirab a li Tirkiyê û cezayên Ewropa û Amerîkayê yên li dijî Enqerê, toqa di stûyê Erdogan de êdî teng dibe."