El-Mismarî: Milîşe û çeteyên Tirkiyê amadekariya êrişekê li dijî rojhilatê Lîbyayê dikin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i322537-el_mismarî_milîşe_û_çeteyên_tirkiyê_amadekariya_êrişekê_li_dijî_rojhilatê_lîbyayê_dikin
Hêzên Xelîfe Hefter ya bi navê Artêşa Nîştimanî ya Lîbyayê duh êvarê ragihand ku bi hezaran çete û milîş li herêma Hîşe, Qidahiye, Zemzem û li rojhilatê Misratayê kom bûne û amadekariya êrişekê li dijî rojhilatê Libyayê dikin. Artêşê diyar kir ku çete agirbestê binpê dikin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 24, 2020 05:09 Asia/Tehran
  • El-Mismarî: Milîşe û çeteyên Tirkiyê amadekariya êrişekê li dijî rojhilatê Lîbyayê dikin

Hêzên Xelîfe Hefter ya bi navê Artêşa Nîştimanî ya Lîbyayê duh êvarê ragihand ku bi hezaran çete û milîş li herêma Hîşe, Qidahiye, Zemzem û li rojhilatê Misratayê kom bûne û amadekariya êrişekê li dijî rojhilatê Libyayê dikin. Artêşê diyar kir ku çete agirbestê binpê dikin.

Berdevkê fermî yê Artêşa Nîştimanî ya Lîbyayê Ehmed El-Mismarî got ku milîş amadekariya pêkanîna êrişekê li dijî herêmên di bin kontrola artêşê de li Sirte, Cefra û herêma rojhilat bi giştî dikin.

El-Mismarî destnîşan kir ku çete bi van kirinên xwe agirbestê binpê dikin.

Her wiha El-Mismarî piştrast kir ku artêşa Lîbyayê tevgerên milîşan dişopînin û derbarê tevgerên provokatîv ên çeteyên Tirkiyê jî hişyarî da.

El-Mismarî got ku Artêşa Nîştimanî ya Lîbyayê bi agirbestê û biryarên komîteya leşker (5+5) pabend e.