-
Rêveberê nahiya Sinûnê: "Divê îradeya êzidiyan were qebûlkirin"
Çirî 16, 2020 07:57Rêveberiya nahiya Sinûnê ya Şengalê Xwedêda Çûkê, lihevkirina di navbera hikumeta Bexda û Herêma Kurdistanê ya derbarê Şengalê de red kir û got, divê îradeya êzidiyan were qebûlkirin û piştgiriya wê were kirin.
-
Berpirsê şengalî: 'Ger PDK bikeve Şengalê wê dewama fermanê bê'
Çirî 14, 2020 05:05Cîgerê Heverokê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Heso Îbrahîm biryara ku di navbera Hikûmeta Iraqê û Herêma Federal a Kurdistanê ya li ser Şengalê hat girtin nirxand û got: “Ger Partiya Dêmokrat a Herêma Kurdistanê (PDK) careke din vegere Şengalê wê bibe cara 3’yemîn ku xiyanetê li gelê Şengalê dike. PDK'ê gelê me tenê hişt û reviya. Çawa dibe ku dibêje em ê carek din bikevin Şengalê?”
-
Xelkê Şengalê dijî hevhatina vê dawiyê ya Bexda û Hewlêrê xwenîşandan li dar xist
Çirî 12, 2020 05:48Şêniyên Şengalê li dijî lihevkirina vê dawiyê ya navbera dewleta navendî ya Iraqê û Hewlêrê derbarê normalkirina rewşa vê navçeyê xwenîşandanek li dar xistin.
-
PKK: Tu têkiliya hevhatina Bexda û Hewlêrê li ser Şengalê bi me ra tune
Çirî 12, 2020 05:45Fermandarekî payeberz ê PKK'ê bertek nîşanî hevhatina navbera dewleta navendî ya Iraqê û Herêma Kurdistanê derbarê Şengalê da û got ku hêzên partiya wê ev bajar û derdora wê ji destê DAIŞê rizgar kirine.
-
Kurdên li Lubnanê ji ber wefata Bavê Şêx sersaxî xwestin
Çirî 04, 2020 05:42Li Beyrûtê paytexta Lubnanê, Kongreya Star û PYD'ê merasîmê sersaxiyê yê rêveberê Meclisa Rûnahî ya civaka Êzidî li Cîhanê Şêx Xirto Hacî Îsmaîl "Bavê Şêx" li dar xist.
-
Rêberê Olî yê Civaka Êzidî Bavê Şêx koça dawî kir
Çirî 01, 2020 19:07Rêberê Olî yê Civaka Êzidî Bavê Şêx (Xerto Hacî Îsmaîl), di saetên êvarê de li nexweşxaneyek Hewlêrê koça dawî kir.
-
Serokwezîrê Ermenistanê bi boneya salvegera tevkujiya Kurdên Êzidî ji aliyê DAIŞ'ê va sersaxî da
Tebax 04, 2020 08:00Serokwezîrê Ermenistanê bi boneya salvegera tevkujiya Kurdên Êzidî ji aliyê DAIŞ'ê va sersaxî da.
-
Nêçîrvan Barzanî: Şingal kirine warê çekdarên neyasayî
Tebax 03, 2020 18:31Serokê Herêma Kurdistanê got: “Şingal kirine warê çekdarên neyasayî ku bi bêxemiyê ve li ser birîn û xema Êzidiyan mijulî birêvebirina ajanda û bernameyên xwe yên siyasî ne.”
-
6 sal di ser komkujiya kurdên êzidî derbas bû, hîn birînên vê tevkujiyê teze ne
Tebax 03, 2020 09:22Di dîrokê de 73 ferman li dijî civaka Êzidî pêk hatin. Armanca wan fermanan qirkirina gelê kurd ê Êzidî, ji holêrakirina çand û mirasa gelê Êzidî bû, fermana 73 ya li dijî vî gelê mezlûm koma terorîst a DAIŞê bi dagîrkirina Şengalê pêk anî.