Kurdên li Lubnanê ji ber wefata Bavê Şêx sersaxî xwestin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i320092-kurdên_li_lubnanê_ji_ber_wefata_bavê_Şêx_sersaxî_xwestin
Li Beyrûtê paytexta Lubnanê, Kongreya Star û PYD'ê merasîmê sersaxiyê yê rêveberê Meclisa Rûnahî ya civaka Êzidî li Cîhanê Şêx Xirto Hacî Îsmaîl "Bavê Şêx" li dar xist.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 04, 2020 05:42 Asia/Tehran
  • Kurdên li Lubnanê ji ber wefata Bavê Şêx sersaxî xwestin

Li Beyrûtê paytexta Lubnanê, Kongreya Star û PYD'ê merasîmê sersaxiyê yê rêveberê Meclisa Rûnahî ya civaka Êzidî li Cîhanê Şêx Xirto Hacî Îsmaîl "Bavê Şêx" li dar xist.

Li gorî rapora ajansa Hawar Newsê (ANHA), "Merasîmê sersaxiyê yê rêveberê Meclisa Rûnahî ya civaka Êzidî li Cîhanê Şêx Xirto Hacî Îsmaîl "Bavê Şêx" li avahiya Komeleya Newroz a Çandî û Civakî ya Beyrûtê hate lidarxistin.

Hejmareke kurdên li Lubnanê, tev nûnerên Kongreya Star, PYD, TEV-DEM û Komeleya Newroz  beşdarî merasîmê bûn.

Di merasîmê de axaftin hatin kirin û sersaxî ji civaka Êzidî re hate xwestin."