Sibat 10, 2022 16:32 Asia/Tehran
  •  Rayedarekî payebilind ê israîlî bi awayê veşartî serdana Tirkiyê kir

Medyayên ibrî roja Pêncşemiyê serdana veşartî ya Rêveberê giştî yê Wezareta derve ya Rejîma Siyonîst bo Tirkiyê aşkira kir.

Li gorî rapora ISNAyê, Rojnameya ibrî ya Yedîût Aharûnûtê îro nivîsî: Alûn Ûşbîz rêveberê giştî yê Wezareta derve ya Rejîma Siyonîst meha borî bi awayê veşartî serdana Tirkiyê kir û armanca wê amadekirina pêdiviyên serdana meha tê ya Îshaq Hêrtzûg serokê vê rejîmê bo Enqerê bû.

Vê rojnameyê nivîsî ku Ûşbîz di gel Îbrahîm Kalîn şêwirmendê Erdogan civiyaye.

Serokmarê Tirkiyê hefteya borî got ku di serdana serokê Rejîma siyonîst bo Tirkiyê dê pêwendiyên dualî bên vekolandin û aliyê erênî yê van pêwendiyan were berçavgirtin.

 

Serepeyv