Heyva Sor a Kurd: Herêm ber bi pêla pêncemîn a vîrûsa Koronayê ve diçe
Berpirsê Odeya Emeliyatan a Heyva Sor a Kurd diyar kir ku bi bilindbûna hejmara pêketiyên vîrûsa Koronayê, tê texmînkirin ku herêm derbasî pêla pêncemîn a vîrûsa Koronayê dibe. Her wiha bang li şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku xwe ji vîrûsê biparêzin.
Li gorî nûçeya Hawar Newsê (ANHA), Piştî derbasbûna çend hefteyan ji sala 2022`an, hejmara pêketiyên şewba vîrûsa Koronayê (Covid-19) li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde bû. Li gorî daneyên Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji 10`ê Çileyê heta 7`ê Sibatê ve 251 kes bi vîrûsa Koronayê ketine ji wan 6 jiyana xwe ji dest dane.
Derbarê mijarê de Berpirsê Odeya Emeliyatan a Heyva Sor a Kurd Şîndar Loqo ji ajansa me re axivî. Şîndar Loqo diyar kir ji 25`ê Çileya 2022`an ve hejmara pêketiyên vîrûsa Koronayê zêde dibin û wiha got: “Ji bilindbûna hejmara pêketiyan, tê xuyakirin ku berî me bi pêleke nû anku pêla pêncemîn ve ye.”
Şîndar Loqo da zanîn ku belavbûna pêla pêncemîn ji pêlên beriya wê bileztir e û wiha dom kir: “Lê pêwîstiya nexweşên pêla pêncemîn zêde bi nexweşxaneyan re tune ye. Heta niha li gor nixandina kadroyên tenduristiyên yên li nexweşxaneyên taybet bi vîrûsa Korona, hejmara nexweşan li nexweşxaneya ji pêlên dîtir kêmtire.”
Li ser pêlên nexweşiya vîrûsa Koronayê Loqo destnîşan kir ku li gorî şopandina wan a ji vîrûsa koronayê re, vîrûsa Koronayê nêzî her 3`ê mehan dikeve pêleke nû û wiha got: “Kesên ku di pêlên beriya niha de bi vîrûsê ketine, careke din bi vîrûsê dikevin ji ber ku bi demê re asta negirtina wan ji vîrûsê re kêm dibe.”
Loqo têkildarî hebûna cureya Omicron li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê wiha got: “Em nikarin bêjin ku ev cure Omicron e yan na, ji ber ku taqîgehên taybet bi naskirina cureyê vîrûsan li cem me li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tune ne.”
Di 9`ê Sibatê de, Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (WHO) ragihand ku tevî hebûna vaksînê, nîv mîlyon kes heta niha bi cureya Omicron jiyana xwe ji dest dane.
`XETERIYA VAKSÎNÊ TUNE YE`
Berpirsê Odeya Emeliyatan a Heyva Sor a Kurd Şîndar Loqo diyar kir ku ji ber kêmbûna rêjeya mirinê di vê pêlê de ew dibînin ku asta giranbûna vîrûsê ji pêlên berê siviktir bûye û wiha dewam kir: “Li ser vî esasî em dikarin bibêjin ku ev pêla herî dawî anku ya pêncemîn wê siviktire be, ji ber ku heta niha hejmara kesên mirinê û kesên pêwîstiya wan bi nexweşxaneyan hebin kêm in.”
Şîndar Loqo da zanîn ku vaksîna ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hene, ji aliyê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî ve naskirî ne, xeteriya wan tune ye û wiha got: “Cureya Istraznîka (Astrazeneca) û Sînofarim (Sinopham) li cem me hene, cudahî zêde di navbera wan de tune ye.”
Şîndar Loqo di dawiya axaftina xwe de bang li şêniyan kir ku nexweşiya vîrûsa Koronayê hîn jî cihê xeteriyê ye û wiha got; “Em hêvî dikin ku şênî li gor tedbîrên ku Desteya Tenduristiyê ragihandiye tevbigerin. Li deverên komî kom nebin, hay ji paqijiya xwe hebin, ji xwe pêwîstî bi vaksînê jî heye.”
Li gorî daneyên Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta niha bûye 37 hezar û 660 nexweş, ji vê hejmarê hezar û 526 nexweş jiyana xwe ji dest dane û 2 hezar û 525 jî baş bûne.