Tîrmeh 24, 2025 13:38 Asia/Tehran

Çavkanîyê pizişkî li parêzgeha Suweydayê amajeyî rewşa bikaresat a mirovî li vê parêzgehê ya piştî êrişên hovane yên terorîstên hikûmeta Colanî kirin û ragihandin ku pêrgî bêseruberîyeke rastî bûne û gellek meyt li kolan û nexweşxaneyan cî da mane.

Di halekî da ku gêre li parêzgeha Durzînişin a Suweydayê piştî êrişên berfire yên terorîstên Colanî û paşê destwerdana Rejîma Sîyonîst hela jî didomin, çavkanîyên xwecî radigihînin ku rewşa mirovî li vê parêzgehê nemaze di warên pizişkî û tenduristîyê da giran û bikaresat e. 

Li gorî raporan, nexweşxaneyên hikûmî û nehikûmî yên parêzgeha Suweydsayê piştî bûyerên xwînavîn ên hefteya buhurî, pêrgî qutbûna av û ceryanê û kêmbûna alavên pizişkî û nebûna dermanên bingehîn bûne. Herwiha nexweşxaneyên Suweydayê tijî birîndar in û gellek meyt ser hev da hatine komkirin û heta gellek meyt li kolan û peyarêyan mane.

Dr. Umer Adil Ubeyd Serokê Civata Pizişkî ya Suweydayê ragihand ku rewşa nexweşxaneya navendî ya vî şarî ku hefteya buhurî ji hêla terorîstên Colanî û eşîrên Sûrîyê va rojekê tam hat dagirkirin û di encamê da gellek kadroyên wê hatin kuştin, gellekî bikaresat e. Wî herwiha got: Nêzî 6 roj in ku meyt di nav û derdora nexweşxaneyê ser hev da hatine komkirin û bêhnê her der daye ber xwe.

Vî berpirsê pizişkî yê parêzgeha Suweydayê herwiha got: Personelên pizişkî li nexweşxaneya navendî ya vî şarî di 8 rojan da nêzî 500 niştegerî kirine. 

Serepeyv