Agirberbûna berfire li Tirkîyê û rexnekirina ji ber nekarabûna hikûmeta Erdogan
Li Tirkîyê gellek çavdêran xwestine ku Wezîrê Cotkarîyê yê vî welatî wêda here û ser vê bawerê ne ku pirsgirêka sereke di zêdebûna agirberbûna li darastanan, ne german û guherîna rewşa hewayê, belkî rêvebirîya nebaş û xirab e.
Di çend rojên buhurî da çend caran agir berbûye daristanên Tirkîyê û ew agirberbûn usa berfire bûne ku di encamê da 10 kesî cane xwe ji dest daye.
Rojnameyên Enqerê îro bi giranî amajeyî mijara agirberbûna li daristanan kirin û ragihandin ku hikûmeta Erdogan dewsa forsên nelicî têkildarî Sûrîyê, hewla jib o navbeynkarîyê di navbera Ukrayn û Ûrsêtê da, destwerdana di karên Lîbîyê da û sîyasetên nezelal himber Rejîma Sîyonîst û gellek babetên din da, bila hewil bide agirberbûnên nava welêt kntrol bike ku sermîyana nivşên nika û bê ne ku hela jî dişewirin.
Rojnameyên neyarê hikûmetê, bi lewzeke rexnekerane nivîsîn: Mirina wan kesana di encama çarenûsê da bû yan ji ber nekayiqbûna hikûmetê? Ozgur Ozel Serokê CHPê di peyamekê da Tirkîye ``warê mirinên hêsan`` bi nav kir û ragihand: Neberpirsyarîya hikûmetê himber mrina welatîyan di van bûyerên tal da, li cîhanê bêmînak e.``
Hin çavdêrên sîyasî li Tirkîyê ser vê bawerê ne ku mesele serratir ji agirberbûna li daristanekê ye û hikûmeta AKPê himber gellek bûyerên tal ên di salên buhurî da, sistî, xemsarî û neberpirsyarî daye ber xwe.
Rojnama Kara çapa Enqerê jî nivîsî: Di van çend salan da, di encama karesatên ji ber xemsarî û bêberpirsyarîya rayedarên hikûmetê da, gellek kesan canê xwe ji dest daye. Wek mînak 301 kesî di kana Somayê û 18 kesî jî di kana Ermenkê da can da. 25 kesî di encama karesata qetarê li Çurlûyê, 10 kesan di encama karesata li alava jordabirin û jêrdahanîna merivan li avahîyekê li Mecîdîye Koyê û 78 kesan di encama agirberbûna li hotela Kartal Kayayê canê xwe ji dest dan. 12 leşkerên Tirkîyê jî di dema lêgerîna li işkevtekê li bakura Iraqê bi gazê fetisîn. Ev lîsteya candayînan ya dirêj nîşan dide ku hikûmet nikare ji bûyerên mezin ibretê wergire û xwe jib o bûyerên bê amade bike.