Sibat 11, 2026 17:12 Asia/Tehran

Weşandina belgeyên têkildarî Cêfrî Epstîn, milyarderê amerîkî yê tawanbarê sûcên cinsî, ne tenê şareza û êlîtên amerîkî, belku şazade, serokwezîr û rayedarên payebilind ên Ewropayê jî daniye nav riswatiyeke bêhempa.

Weşandina belgeyên têkildarî Cêfrî Epstin, sûcdarê cinsî û milyarderê amerîkî, berûlayên berfireh ên têkiliyên wî bi şareza û elîtên siyasî û  paşatiya Ewropayê eşkere kiriye û bûye wekî qeyraneke bêhempa.

Ev eşkerekirin nîşan didin ku şazade, serokwezîr û berpirsên payebilind ên ewropî bi wî re di têkiliyê de bûne, ku ev yek rewatî û pêbaweriya saziyên siyasî û paşatiyê rastî pirsgirêkê ve aniye. Li Inglîzê, şazade Endrû, paşnavê xwe yê paşatiyê ji dest da û hinek zext û zor jî li ser serokwezîr hene . Li Norwêc, Fransa, Slovakî, Swêd û Belcîkayê, hin berpirs û endamên malbata paşatiyê  bi lêkolîn, îstifa  an rexneyên  giştî  re rûbirû bûne.

Heta têkilî an hevdîtinên ku reng e qanûnî jî nebûne ji ber cewhera  têkiliya bi Epstîn bûne wekî qeyranên exlaqî û siyasî.  Ev dosîye ji bilî derbeya li kesên qurbanî, baweriya giştî li êlît û saziyên Ewropayê lawaz kiriye û muhtemel e bi weşandina belgeyên zêdetir, berûlayên wê zêdetir jî bibin.

 Analîzor di vê baweriyê de ne ku encamên vê riswatiyê dikarin bibin sedema venihêrîna li pîvanên exlaqî, zelalbûn û berpirsiyariyê di asta herî bilind a desthilatdariyê de.

 

 

Serepeyv