Setlayta Telekomê ya Nahîd-2 destkevteke zanistî ya din a Îranê
Setlayta Telekomê ya Nahîd-2 bi setlaythilgira Sayoz`ê ji binkeya Vêstoçinî ya Ûrsêtê ber bi esmîn va hat avêtin.
Ev setlayta telekomê bi saya hewla lêkolerên pîşeya esmanî ya Îranê li rêxistin û navendên lêkolînê esmanî yên Wezareta Teknolojîyên Peywendî û Agahîyan û hevkarîya tevneke şirketên zanistbingeh ên welêt hatîye çêkirin.
Çêkirin û avêtina vê setlayta 110 kîloyî yek ji pêngavên herî girîng ên pîşeya esmanî ya Îranê ji bo têkilîyên telekomî, çêkirina setlaytên telekomî yên nizimfirr û bilindfirr e. Ev setlayta ku li bazineya esmîn cî bigire, bi saya wê teknolojîyên xwecî yên esmanî ji bo têkilî û peywendîyan a bi banda Ku ji bo cara yekem tê ceribandin.
Herwiha teknolojîyên din ên esmanî yên fenanî kontrolkirina rewşa sêmêhwerî, têkilîyên dualî li bandên ferekansî yên din, seruberkirina agahîyan, parvekirina şîyanê bi saya vê setlaytê tên ceribandin.
Hesen Salarîye Serokê Rêxistina Esmanî ya Îranê dîyar kir k uew setlayta bi awayekî serketî li bazineya esmîn bi cih bû û got: Nivşa bê ya setlayta Nahîd-2yê jî tê amadekirin û yê bi setlaythilgira îranî ber bi esmîn va bê şandin.
Wehîd Yezdanîyan Serokê Lêkolîngeha Esmanî ya Îranê jî mehekê berî nika gotibû ku setlayta Nahîd-2 di rêza şandina ber bi esmîn da ye û setlayta Pars-2 jî yê bi zûtirkê di rêza avêtina ber bi esmîn da cî bigire.
Setlayta Nahîd-2 ku nimûneya wê 3 salan berî nika di Roja Netewî ya Teknolojîya Esmanî da hat nimandin emrê wê 2 sal e û li 500 kîlometrîya di navbera erd ûesmîn da cî digire.