Tîrmeh 25, 2025 18:55 Asia/Tehran
  • Qanûndanereke amerîkî: Bila şandina çekan bo Rejîma Sîyonîst were sekinandin

Sara Cakûbz endama Demokirat a meclisa Parlimanteran a Amerîkayê pêgirî ser pêwîstîya rakirina d9orpêça Xezzeyê kir û ji dewleta Amerîkayê xwest ku şandina bomban ji bo Rejîma Sîyonîst rawestîne.

Vê parlimantera Demokirat a eyaleta Kalîfornîyayê îro pêgirî kir ku tişta ku em nika li Xezzeyê dibînin, mêriv bêzar dike. Artêşa Rejîma Sîyonîst gelê ku ji bo wergirtina alîkarîya kêm a qaşo dezgeha mirovdostîyê li Xezzeyê ku li benda xwarekê dimînin, dide ber gulle û bombeyan.

Wê pêgirî kir: Divê Tel Avîv dorpêça ser Xezzeyê rake û amerîka jî şandina bomban bo Rejîma Sîyonîst rawestîne. Vê dawîyê hin qanûndanerên ewrûpî jî hevkarîya zilhêzên ewrûpî tev Rejîma Sîyonîst di cinayetên Xezzeyê da şermezar kirin û xwestin ku şandina çekan bo vê rejîmê were sekinandin.  

Serepeyv