Gotinên rêberê giranqedr ê inqilaba Îslamî li hevdîtina qarî û hafizên Qurana Kerîm
-
Gotinên rêberê giranqedr ê inqilaba Îslamî li hevdîtina qarî û hafizên Qurana Kerîm
Rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî li hevdîtina beşdarên pêşbirkên navneteweyî ya Qurana Kerîm, quranê mêhwera Yekitiya umeta Îslamî da zanîn û got: Di rewşekê ku armanca îstikbarê pêkanîna bêtifaqiyê û şer û pevçûnê navbera misilmanan e, divê umeta Îslamî bi vê nemeta Xwedê li riya yekitiyê gavan bavêje.
Hezretê ayetullah Xamineyî rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî roja çarşemiyê li nav koma beşdarên 33-mîn dewra pêşbirkên navneteweyî ya Qurana Kerîm bal kişand ser vê yekê ku Emerîka, dîktatorê herî mezin û şeytanê herî mezin e û got: Roja îro erka herî giring a alim, rewşenbîr û kesên şareza, eşkerakirina fêl û fendên dijminan e û umeta Îslamê jî divê bi soz û wedeyên dijminnan neyê xapandin û ji gefên wan netirse.
Rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî, Quranê mêhwera yekitiya umeta Îslamê da zanîn û got : Li rewşa ku siyasetên îstikbarê bona pêkanîna bêtifaqî û şer û pevçûnên navbera misilmanan e, umeta Îslamê divê bisaya vê nemeta mezin a Xwedê teala li riya yekitî û rêkûpêkiyê bimeşe.
Hezretê Ayetullah Xamineyî bal kişand ser hewlana berfireh a qawetên taxûtî ji bo xisar û lêxistina derbeyê li Îslamê û umeta Îslamê û got : Ew dizanin ku ger misilmanan qawet hebin nikarin zilm û zordariyê li gelan bikin û mesela Filistînê wek zevt û talankirina welatekî Îslamî nayê ji bîr kirinê.
Rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî mixabiniya xwe diyar kir ji ber ku hin welatên Îslamî pişta xwe dane taxût dewsa ku pişta xwe bidin alîkariyên Xwedê teala û desnîşan kir: Welatên ku li navçê, siyasetên Emerîkayê cih tînin ji xwe xeyanetê li umeta Îslamê dikin û rewşê bo mudaxila Enerîkayê xweş dikin .
Rêberê Înqilaba Îslamî, îman û mayîndebûna gelê Îranê û rawestana wan li ber zêdexwaziyên Emerîkayê hokara sereke ya hêz û îqtidara Komara Îslamî ya Îranê da zanîn û tekez kir: Hegera sereke ya tirsa hêzxurtan ji gelê Îranê û cihanîna komployên curbicur li dijî vî gelî, îqtidara li gorî Îslamê ye û dijmin ji Îslama muqtedir û bihêz ditirse.
Rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî da zanîn ku peydabûna grûpên terorîstî yên tekfîrî li navçeyê û pêkanîna şer û bêtifaqiyê di navbera misilmanan de ku bi nuneratiay ji aliyê dijminan dikin, encama xalifîn û kêmasiya eşkera û zelalkirinê ye û desnîşan kir : Bêguman, bereya kufrê, serê axir li hember bereya Îslamî ya têkoşer û micahid dê neçar bibe paşda vekişe.