Şiroveyek li ser gotinên rêberê giranqedir ê inqilabê ên li koma xwendekaran
Bi hezaran kes ji xwendekarên medrese û zanîngehan di salroja kontrolkirina hêlûna sîxorîyê ya Amerîkayê li Têhranê da, çûn serdana hezretê ayetulah ozma Xaminêyî, rêberê giranqedir ê inqilaba islamî.
Piştî serketina inqilaba islamî ya Îranê, sefareta Amerîkayê li Têhranê bû navenda komplo û sîxorîyê li dijî inqilaba islamî. Lewma xwendekarên zanîngehê yên peyrevê xeta îmam Xumêynî (RE) di 3`yê Mijdara sala 1979`ê da sefareta Amerîkayê li Têhranê xistin bin kontrola xwe û ev kara ``kontrolkirina hêlûna sîxorîyê`` binav kirin.
Hezretê ayetulah ozma Xaminêyî wesfa îmam Xumêynî (RE) li bara kontrolkirina hêlûna sîxorîyê wekî `` inqilaba duyem`` bibîr xist û got: Ev wesif û navlêkirina bi hegera komplo û karên rezîl ên Amerîkayê yên berî û piştî inqilabê yên li dijî gelê Îranê bû, ji ber ku dewleta Amerîkayê jibo têkbirina inqilaba islamî her hewl û karê fermî û nefermî yê ji dêstî hat dikir û ciwanên inqilabî wê demê bi kontrolkirina hêlûna sîxorîyê, komploya Amerîkayê pûç kirin.
Rêberê giranqedir ê inqilaba islamî li bara belgeyên ku li sefareta Amerîkayê ya li Têhranê hatin bidestxistinê got ku wan belgeyana kûratîya komplo û dijminatîya Amerîkayê li hemberî gelê Îranê aşkira kirin.
Hezretê ayetulah ozma Xaminêyî li bara rewabûna kontrolkirina hêlûna sîxorîyê di 3`yê Mijdara sala 1979`ê da got: Ev kara berteka xwezayî li hemberî komplo û dijminatîyên zilhêzekî zêdexwaz bû ku bi salan Îran milkê xwe dizanî û çavkanî û heyîtîya gelê Îranê talan dikir lê, bi serketina inqilaba islamî, Îran ji dêstî derket. Giranîya axavtinên hezretê ayetulah ozma Xaminêyî li salvegera kontrolkirina hêlûna sîxorîyê ya Amerîkayê li Têhranê ser bêsozî, nebawerpêkirîbûn û dijminatîya Amerîkayê li hemberî Komara Islamî ya Îranê bû.
Pênase û nasnama pergala Amerîkayê li hemberî Komara Islamî ya Îranê bi ya nêzî 38 salan berî niha ra ferq nekirîye û heke Amerîka derfeta herîpûçk bidest bixe, yê derbê li Îranê bide. Rêberê qedirgiran ê inqilaba islamî li bara dewama vê dijminatîya Amerîkayê herwiha got: Sîyaset û koka dewleta Amerîkayê, ser bingeha zêdexwazîyê ye û vî welatî ev sîyaseta bi salan li deverên curbicur ên cehanê nemaze li rojavaya Asîyayê û Îrana berî inqilabê, sepandîye û bikar anîye.
Li gorî nêrîna rêberê giranqedir ê inqilaba islamî, heke di mehên destpêka serketina inqilaba islamî da, xefleteke herîpûçk biqewimîya û îmam Xumêynî (RE) li hemberî Amerîkayê nesekinîya, dijminê ku ji dêrî ra hatibû derxistin, yê ji pencerê va biketa hundur. Hezretê ayetulah ozma Xaminêyî, berevanîya ji nirxên insanî, yek ji hegerên din ên berxwedana îmam Xumêynî (RE) li hemberî Amerîkayê binav kir û pêkutî kir ku pergala Amerîkayê gellekî ji nirxên insanî dûr e û dema ku îmam Xumêynî (RE) emir dikir: ``Çi qas qêrîna we heye ser serê Amerîkayê da biqîrîn`` yanî mirin jibo dewlet û pergala ku ji nirxên insanî dûr e.
Bêsozîya herî girîng a Amerîkayê û hegera nebûna pêbawerîyê li bara vî welatî, rêketinama navokî ya Komara Islamî ya Îranê û Koma 5+1`ê ye. Dewleta Amerîkayê di çarçova cihanîna vê rêketinamê da netenê ser soza xwe ya hevkarîyê nasekine belkî astengîyan jî derdixe. Hezretê ayetulah ozma Xaminêyî peymanşikênîya Amerîkayê di vî warî da mînaka eyan a dewama dijminatîya Amerîkayê li hemberî Îranê wesif kir.
Wî rêya herî girîng a pêşketinê ne muzakireya bi Amerîkayê ra û nêzîkbûna li vî welatî belkî, dayîna meydanê bo hêz û şîyanên navxweyî û piştkutana li wan û hişyarîya li hemberî sîyasetên dijminane yên Amerîkayê li dijî Komara Islamî ya Îranê zanî.