Cotmeh 11, 2025 18:20 Asia/Tehran

Bi destpêbûna agirbesê li Xezzeyê, bi sedan hezar awareyên filisyînî vegera xwe ya malê dest pê kirine u çavkanîyên pizişkî jî ragihandin ku dest bi derxistina meytê şehîdan ên di bin kavilan da kirine.

Duh bi destpêbûna agirbesê li Zîvala Xezzeyê bi sedan hezar awareyî ji rêya Kolana Reşîd li perravê dest bi vegera ser malê xwe li Zîvala Xezzeyê kirine. Dîmen ray didin ku awareyên filistînî bi kenî û girîyê û banga tekbîr û şukurdarîyê ji başûr va ber bi bakur va bi rê ketine. Artêşa Rejîma Sîyonîst nahêle ku filistînî derbasî bajarokên Beyt Hanûn û Beyt Lahîya li bakura Zîvala Xezzeyê, Derbasgeha Refeh, Mêhwera fîladêlfîya û deverên rojhilata Xan yûnis û perravên Zîvala Xezzeyê bibin.

Çavkanîyên pizişkî jî ragihandin ku meytêzêde ji 100 şehîdî li navçeyên curbicur ên Zîvala Xezzeyê ji bin kavilan hatiye derxistin u di vî halî da ji sibeya înîyê va 155 kes li Zîvala Xezzeyê hatine şehîdkirin ku pirranîya wan piştî vekişîna tankên artêşa Rejîma Sîyonîst ji bin kavilan hatine derxistin. Ji hêla din ve, di roja duyem a agirbesa li Zîvala Xezzeyê da, Rejîma Sîyonîst binpêkirina wê domand.

Hevgavê vê yekê Sindoqa Zarrokan a NY ango UNICEFê raghiand ku di 2 salên şerê Rejîma Sîyonîst dijî Zîvala Xezzeyê da, 56 hezar zarokî an him dê u bav u yan jî yek ji wan ji dest dane. 320 hezar zarokên di bin pêncsalî da jî li ber xetera bedxworakîya giran da ne. Medyayên Rejîma Sîyonîst jî ragihandin ku 1700 êxsîrên niştecîyê Xezzeyê di çarçova rêkevtinameya lihevguhertina êxsîran da yê bên azadkirin. 

Serepeyv