Cotmeh 11, 2025 20:27 Asia/Tehran
  • Fuad Husên: Me bi Tirkiyê re li ser pirsgirêka avê û ewlehiya herêmê gotûbêjên girîng kirin

Wezîrê Karên Derve yê Îraqê got me bi karbidestên Tirkiyê re di gelek waran de, bi taybetî jî li ser mijara avê û ewlehiya herêmê gotûbêjên girîng kirin.

Fuad Husên piştî hevdîtina li Enqereyê ya bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan re di civîna çapemeniyê ya hevbeş de axivî û got di navbera şandeyên Îraq û Tirkiyeyê de civînên ku mijarên girîng li xwe digirin pêk hatine û da zanîn ku rojeva sereke ya hevdîtin û civînan pirsgirêka avê bûye.

Wî bi bîr xist ku gotûbêjên di navbera şandeyên Îraq û Tirkiyeyê de yên li ser pirsgirêka avê nêzîkî 2 sal berê dest pê kiriye û diyar kir ku tevî her tiştî jî ew gihiştine du armancên girîng.

Fuad Husên anî ziman ku yek ji armancan ew e ku di pirsgirêka avê de nexşerêyeke demdirêj bê danîn û ya din jî ew e ku ji bo ziwabûna li başûrê Îraqê çareseriyeke bilez û demkurt bê dîtin.

Serepeyv