DEM Partî: Vê gavê guhertina destûra bingehîn u piştgirîya ji Erdogan ne ser masa me ye
Hevserokê DEM Partîyê wek berteka himber teylîfa Erdogan ji bo guhertina destûra bingehîn got ku ev mijara vê gavê ne di destûrkara partîya wî da ye û heke rojekê basa qanûna bingehîn a demokiratîk bi rastî li Trikîyê were kirin, yê wê demê beşdar bibin.
Tuncer Bakirhan di hevpeyvînekê da got ku vê gavê ti planek derbara qanûna bingehîn da ser masa partîya wan tineye. Wî got ku heke Tirkîye bi awayekî ciddî derbara qanûneke bingehîn a demokiratîk da gotûbêjê bike, em jî dê tevli gotûbêjê bibin, Qanûna bingehîn ne belgeyeke di navbera me u AKP da belkî peymaneke civakî ye.
Hevserokê DEM Partîyê herwiha got: Heta nika di ti qonaxekê da me derbara hevkarîya bi hikûmetê ra û yan jî hilbijartina dubare ya Erdogan da gotûbêj nekirîye. Dema hilbijartinê, em dê helwesta xwe bi zelalî ragihînin.
Bakirhan wek berteka himber destwerdana Tirkîyê di karên Sûrîyê da jî got: Tirkîye tenê bi çareserkirina meseleyên navxweyî yên vî welatî dikare roleke avaker li Sûrîyê bilîze. Danîna rewşa Sûrîyê wek berbend ser rêya demajoya navxweyî ya Tirkîyê ne karekî durist e.