Mijdar 30, 2015 12:30 Asia/Tehran
  • Dengvedana nameya rêberê giranqedr ê inqilabê bo ciwanên rojavayî li medyayên biyanî

Weşandina nameya dudiyan a rêberê giranqedr ê inqilabê bo ciwanên rojavayî li medyayên biyanî bi awayekî berfireh deng veda.

Medyayên biyanî bi weşandina vê nameyê, li bara beşên curbicur ên mesela terorîsmê ji van terorîzm derdê hevpar ê cihana Islamê û welatên rojavayî, siaysetên newekhev ên Amerîkayê li hember terorîzmê û pêwîstiya rawestana li ber şîdet û tund û tûjiyê, şiroveyên curbicur raber kirin.
siyasetên newekhev ên Amerîkayê li hember terorîsmê, êrişên eskerî ser cihana Islamê, şermezarkirina êrişa terorîstî ya Parîsê, amajeya bo xwînrêjiya li Filistînê û tund û tûjiya DAIŞ`ê li Iraq û Sûriyê, pêwîstiya rawestana li ber tundiyê, terorîzm derdê hevpar ê cihana Islamê û welatên rojava beşek ji nameya rêberê inqilabê ne ku medyayên welatên rojava li ser wan sekinîne û gelek şirove û hilkolîn li ser wê xistine rojevê.
Ajansa Fransayê li ser gotinên roja yekşemiyê yên rêberê giranqedr ê Inqilaba Islamî ya Îranê nivîsî: Rêberê giranqedr ê Inqilaba Islamî piştî êrişên Parîsê li nameyekê bo ciwanên Amerîka û Ewrûpyê, pîvanên duber û newekhev ên welatên rojava şermezar kirin .
Associated Press`ê jî li bara nameya hezretê ayetullah Xamineyî bo ciwanên rojava nivîsî: Rêberê giranqedr ê Inqilaba Islamî êrişa ser Parîsê wek terorîsma kor bi nav kir .
Vê ajansê ji zarê rêberê bilindqedr ê Inqilaba Islamî nivîsî: `Ez ji ber xwînrêjiya li Filistînê û şîdet û tund û tîjiyên DAIŞ`ê li Iraq, Sûriye û Lubnanê, xemgîn e`.
Malpera BBC`ya farisî bi taytêl û sernavê ``Nameya dudiyan a ayetullah Xamineyî bo hemî ciwanan li welatên rojava`` nivîsî: Rêberê Inqilaba Islamî bi nivîsîna nameyekê bo hemî ciwanan li welatên rojava ji wan xwest ku li gor naskirineke durust û bi hûrbînî û berçavgirtina ezmûnên tehl û diltezîn, bingeh û binyatên hevkariyeke durust û bişerafet tev cihana Islamê ava bikin.
Kanala têlêvîziyoniya libnanî ya El-Meyadînê jî beşeke berfireh ji nameya rêberê giranqedr ê inqilabê weşand û ji zarê wî nivîsî: Nifûsa yek milyar û nîvî ya misilmanan a ji kiryarên têrorîstî yên tekfîriyan paqij in û kîn û nifreta wan ji sebebakrên van kiryaran heye.
Kanala El-Minarê jî beşeke zav ji nameya rêberê giranqedr ê inqilabê li xulekên destpêkê yên weşandina vê nameya dîrokî xwend û nivîsî: Ayetullah Xamineyî li vê nameyê destnîşan kir: Kêm kes hene ku ser rola Amerîkayê li pêkanîna grûpên terorîstî yên mîna Taliban û El-Qaidê û pergalkirina wan agehdar nebin.
Malpera nûçan a El-Neşreyê jî bi weşandina vê sernavê ``Buyerên têrorîstî yên vê dawiyê li Fransayê ez han dam ku bi ciwanên rojava re gotûbêjê bikim``, Li bara nameya rêberiyê nivîsî: ``Rêberê Îranê ragihand ku opêrsyonên terorîstî li Fransayê mîna bi salan kiryarên têrorîstî li Sûriye, Iraq, Efxansitan û Yemenê bûn. Malpear libnanî ya El-Ehdê jî beşeke zêde ji nameya dîrokî ya rêberê giranqedrê inqilabê xwend û nivîsî: Têrorîzma îro bûye wek derdê me yê hevpar.
Malpera El-Neharê jî bi weşandina vê taytêlê ``Amerîka piştgiriya têrorîsmê dike``, li bara naveroka nama rêberê giranqedr ê inqilabê bo ciwanên welatên rojava nivîsî: `Rêberê giranqedr ê Îranê li nameyekê bo ciwanan li welatên rojava bi tundî siyasetên newekhev ên rojava li hember terorîsmê rexne kir`.
Kanala El-Erebiyê jî bi weşandina hin beşên nameya rêberê giranqedr ê inqilabê ji zarê wî nivîsî: `Rêberê Îranê ji siysetên welatên rojava li hemberî têrorîsmê rexne kirin û bi tundî ew şermezar kir`.
Nivîsgeha parastin û weşandina berhemên hezretê ayetullah Xamineyî, duh, 29 Mijadarê bi weşandina nameyekê bo ciwanên welatên rojava hegera nivîsîna vê namê buyerên diltezîn li Fransayê ku wî wek têrorîsma kor bi nav kir, da zanîn ku amajeya bi êrişên du hefteyan berî niha li Parîsê ye .
Eva nameya dudiyan a rêberê Îranê ya vê cureyê ji sala buhurî va heya niha ye. li Çileya buhurî jî rêberê bilindqedr ê Inqilaba Islamî bi munasibeta êrişên ser heftenameya Charlie Hebdoyê û çend cihên din li Parîsê, nameyek li bara lêhûrbûna li bara van bûyerana bo ciwanan li Ewrûpayê û Amerîkaya bakûr nivîsî.

Serepeyv