Sibat 02, 2016 13:03 Asia/Tehran
  • Gotinên rêberê giranqedir ê Inqilabê li hevdîtina tev karbidestên kongira şehîdên werzişkar ên Îranê

Rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamiya Îranê tekez kir: Fidakariya di riya dîn û inqilabê da, taybetî çînûqateke taybet nine û hemî çînûqat di vê pêşbirka mezin û meinewî da pişkdar in.

Hezretê ayetulah uzma Xaminêyî îro li hevdîtina tev karbidestên birêxistina kongira şehîdên werzişkar ên îranî, rêzgirtina li şehîdên werzişkar wek xurtkirina moralê û geşkirin û jordabirina fikra inqilabî bi nav kir û got: Ciwanê werzişkar bi awayekî sirûştî ji bo beşeke girîng a ciwanan mînak e û exlaq, kiryar û şêwaza jiyana wî/ê dikare bibandor be û civakê ber bi dîn, exlaq û meinewiyetê bimeşîne.

Rêberê qedirgiran ê Inqilaba Islamî peyva Pehlevan nasnavek hilgirê serpişkî û taybetmendiyan li edebiyata xwecî û netewî zanî û rêz li werzişkarên ku karên hêja li werzişgehan dikin girt û tekez kir: Şanaziya seratir ji xwendina sirûda netewî an jordaçûna alayê li ser pileya qaremaniyê, pêngava wî werzişkarî ye ku hazir nabe derkeve pêşberî reqîbê siyonîst ku guleştê bigire û an xatûna werzişkar a ku bi çarşevê û an hicaba tam a islamî ser pileya qaremaniyê disekine.

Hezretê ayetulah Xaminêyî pêngavên bi vî rengî wek hazirbûna li meydana şêrr û nîşanek ji morala xurt a îraniyê misilman bi nav kirin û got:Eva nasnama miletekî û qahîmbûna unsur û bingeha qahîm û berxwedêr a wan e ku li hemberî pêla xeyal û hesên kelecanî tûşî şikestê nabe û divê karekî bikin ku werzişgeh ber bi vî alîyî va herin.

Rêberê giranqedir ê Inqilabê rêzgirtina li werzişkarên ku bi awayekî aşkira li meydana qaremaniyê nirxan diparêzin, karekî binirx zanî û got: Yek ji karên pêwîst, rêzgirtina li wan werzişkaran e ku navê Xwedê tînin û an piştî ku li hemberî reqîbê xwe serkevtî dibin, sicdê dikin.

Rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî ev helwesta nîşanek ji nasname û kesayetiya Îrana islamî zanî û li ser pêwîstiya xurtkirina vê babetê sekinî û hêvî kir ku werzişgeh roj bi rojê paqijtir û zelaltir bibin.

Gotinên rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî li hevdîtina tev kargêrên birêxistina kongira şehîdên werzişkar ên Îranê ku 11`ê Çilê hatibû birêxistinê, vê sibê li konfiransekê ku bi vê meremê li salona 12 hezar kesî ya werzişgeha Azadiyê hat lidarxistinê, hatin weşandin.

Serepeyv