Konfiransa Rêçareya Avakirina Du Dewletan ji bo piştgiriya ji Filistînê
Konfiransa Rêçareya Avakirina Du Dewletan bi serokatiya Fransa û Erebistana Siûdî û bi amadebûna bi dehan rayedarên welatên cîhanê jibo bifermînaskirina welatê serbixwe yê Filistînê li New Yorkê hat lidarxistin.
Analêna Baêrbok,Wezîra Derve ya berê ya Almanyayê ku serokatiya 80emîn civîna Civata Giştî ya NY dike, di vê civînê de got: Divê li Xezzeyê agirbesa bilez, bê şert û merc û dayimî pêk were. Wê tekez kir ku divê welatekî serbixwe û xwedî serwerî ji bo Filistînê di nav sînorên bi fermînaskirî yên navneteweyî de were avakirin.
Antonyo Gotêrêş, Sekreterê NY jî tekez kiriye ku avakirina welatê Filistînê mafê bêveger ê filistîniyan e û bêyî pêkanîna çareseriya bi rêya du dewletan, bidestxistina aştiya mayînde li Rojhilata Navîn serê xwe nagire. Feysel Bin Ferhan,Wezîrê Derve yê Erebistanê jî di vê konfiransê de bang li hemû welatan kir ku welatê Filistînê bi fermî nas bikin.Êmanoêl Mekron, Serokkomarê Fransayê jî di vê civînê de ragihand ku Parîs welatê Filistînê bi fermî nas dike û vê yekê gaveke pêwîst ji bo bidestxistina aştî û aramiyê li navçê dizane. Serokwezîrê Kanadayê jî ku welatê wî roja Yekşemê Filistînbi fermî nas kir, di vê civînê de gotiye ku bi fermînaskirina welatê Filistînê, bifermînaskirina prensîba mafê kivşkirina çarenivîsê ye. Di heman demê de, Receb Teyib Erdogan Serokkomarê Tirkiyê jî di axaftinekê de bal kişand ser wê yekê ku Rejîma Siyonîst hewl dide rêçareya avakirina du dewletan ji nav bibe û got ku ev rejîm bêîstîqrariyê li herêmê xurt dike. Hevdem ligel Fransayê ku welatê Filistînê bi fermî nas kir, çend welatan jî di vê civînê de biryara xwe ya bi fermî naskirina welatê Filistînê ragihandin.Wezîrên derve yên 25 welatan jî di daxûyaniyeke hevbeş de xwestin ku bila bilez tundûtûjî û kuştina sivîlan li zîvala Xezzeyê bi dawî bibe û nexweş bikaribin ji bo dermankirinê herin Rexê Rojavaya çemê Urdinê.