Qeyrana ku Rejîma Siyonîst li Sûriyê saz dike
Rejîma Siyonîst bona birêxistina qeyranê li Sûriyê êrişên xwe ser herêmên curbicur ên vî welatî didomîne.
Balafirên cengê yên Rejîma Siyonîst çend caran deverên derdora bajarê Êzre li derdora Derayê bombebaran kirin. Balafirên şêrr ên Rejîma Siyonîst çend caran baregeh û trimbêlên Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bombebaran kirin. Ev ne cara yekem e ku Rejîma Siyonîst bi îdiayên ewlehiyê êrîşî axa Sûriyê dike. Piştî damezrandina hikûmeta demkî li Sûriyê, rejîma dagirkerê Qudsê beşek ji axa Sûriyê dagir kir û bi hincetên cûrbecûr bi giranî êrişî wan herêmana kir u roja îro êrişên ser eşîra Durzî wekî hincetekê bo rewakirina êrişên xwe ser axa Sûriyê bi kar tîne. Pevçûna di navbera eşîrên ku hikûmeta demkî ya Sûriyê li pişta wan e û komên Durzî li parêzgeha Swêdayê li başûrê vî welatî bi şandin hêzan û birêketina hêzên alîgirê her du alîyên gêre û pevçûnê ji herêmên din ên Sûriyê re derbasî qonaxek nû bûye. Nakokiya di navbera eşîra Durzî û kesên ser bi Colanî de ne bûyerek nû ye û medyayan berê jî basa pevçûnên giran di navbera komên çekdar ên Durzî li bajarê Cermana li derdora Şamê û hêzên emekdarê Colanî kiribûn. Kiryara rejîma Siyonîst a handana Durzîyan û ragihandina piştgiriya ji wan li himber desteya desthilatdar a li Sûriyê bû sedema aloziyê di navbera her du aliyan de û pevçûnên giran di navbera komên çekdar ên Durzî û hêzên emekdarê Colanî de li bajarê Cermana derketin.
Karzan di vê baweriyê de ne ku cinayetên rayedarên Şamê li Siwêydayê ji aliyekî din ve êrişên rejîma Siyonîst ser axa Sûriyê di bêdengiya hikûmeta demkî ya Colanî de, ji bo veşartina peyman û rêketinên veşartî yên di navbera Colanî û rejîma Siyonîst de ne.
Îsmaîl Beqayî, Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê, wek berteka himber şer û pevçûnên li Sûriyê, bal kişand ser berdewamiya êrişên leşkerî yên rejîma Siyonîst li dijî yekparçeyiya axa Sûriyê hevgavê dagirkirina beşeke mezin ji axa Sûriyê , berdewamiya bêdengiya Konseya Ewlehiyê ya NY li himber kiryarên destdirêjkerane yên Rejîma Siyonîst dijî welatên navçeyê pir xeternak û sedema çavsortirbûna Rejîma Siyonîst zanî.