Sûdanî daxwaza derketina bilez a hêzên amerîkî ji Iraqê kir
Serokwezîrê Iraqê ragihand: Muzakirên bi hevpeymaniya navneteweyî ji bo derketina tam a hêzên biyanî ji welêt dest pê kirine û ev pêvajo dê heta Îlona 2026an bi dawî bibe.
Mihemed Şiya Sûdanî tekez kir: Bexda dixwaze hêzên biyanî derkevin da ku Iraq êdî nebe meydana pevçûnên navçeyî û navneteweyî. Wî her wiha got hikûmeta Iraqê muzakirên rasterast bi hevpeymaniya navneteweyî re dest pê kiriye hevpeymaniyek ku ji sala 2014an ve bona rawestana li ber koma terorîst a DAIŞê li Iraqê hate damezrandin û di bin fermana Amerîkayê de çalakî dikir. Serokwezîrê Iraqê got ku Iraqa sala 2024an êdî ne Iraqa sala 2014an e. Îro, rewşa ewlehiyê ya welêt bi istiqrar e û hêzên me yên ewlehiyê li seranserê welêt bi cih bûne . Ez bi xwe çûm Wadî Horanê cihê ku berê kesî nekarîbû herê. Sûdanî got ku di gotûbêjên bi hevpeymaniya navneteweyî re, demek dusalî ji bo hêzên hevpeymaniyê hat diyarkirin ku di Îlona 2026an hêzên amerîkî ji Iraqê vekişin û têkiliyên her du aliyan ji hevkariya leşkerî veguherin hevkariya ewlehiyê ya dualî.