Bidawîhatina bangeşeya hilbijartinê li Iraqê û saetên ber bi lidarxistina hilbijartinên parlemanê
Piştî mehek bangeşeya bi xercê zav a hilbijartinê, bangeşeya hilbijartinê îro siet 7ê sibê bi dawî hat.
Hemû komên hilbijartinê yên Iraqê di rojên derbasbûyî de dawîn karnaval û kempêynên hilbijartinê li dar xistin û bi vî awayî ev welat ji vê sibê ve yanê siba îro Şemiyê, ketiye nav bêdengiya hilbijartinê û ji niha û pê ve, hemû li benda dengdan û ragihandina encamên hilbijartinê ne da ku serketiyên gerra şeşem a hilbijartinên parlemana Iraqê diyar bibin.
Li gorî ragehandina Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartina Iraqê, bangeşeya hilbijaritnê ji îro siet 7ê sibê ve bi dawî hat û dê heta dawiya dengdana giştî, ku dê roja Sêşema vê hefteyê were lidarxistin, berdewam bike û her cure bangeşeya hilbijartinê di vê heyamê de ji bo berbijar û komên hilbijartinê wek binpêkirina qayîde û qiraran tê hesabê.
Koma Ragihandin û Medyayê li Iraqê bang li hemî namzed û komên hilbijartinê kir ku di vê heyamê de pabendî bêdengiya hilbijartinê bin û ji binpêkirina qanûnên hilbijartinê dûr bisekinin. Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinê ya Iraqê her wiha ragihand ku hejmara giştî ya namzedên gerra şeşem a hilbijartinên parlemana Iraqê 7 hezar û 744 kes e û 848 namzed ji hevrikiya hilbijartinê wêde biriye. Cumane Gelay berdevka vê komîsyonê, ragihand ku komîsyonê 304 kes wek nûnerên nivîsgehên NY, Yekitiya Ereban, Yekîtiya Ewropayê û hejmarek balyozxane û saziyên têkildarî hilbijartinan, îzna çavdêriya ser pêvajoya hilbijartinê daye.
Çavrêtî heye ku qonaxa yekem a vê gerra hilbijartinên parlemana Iraqê sibê, Yekşemê, bi taybetî ji bo hêzên ewlehiyê û kadroya leşkerî, girtiyan, nexweşên li nexweşxaneyan û awareyên li kampan were lidarxistin.Li gorî Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinê, zêdetirî milyonek û 313 hezar dengder yê li 809 navendan dengê xwe bidin.
Dengdana seranserî ya li Iraqê dê roja Sêşemê were lidarxistin û li gorî Komîsyona Serbixwe ya Hilbijartinê, heta niha 21 mîlyon dengderan belgeyên xwe ji bo beşdarbûna di vê gera hilbijartinan de pêşkêşî komîsyonê kirine. Berevajî hilbijartinên berê, ku hilbijartin di nav tedbîrên ewlehiyê yên giran û qedexeyên hatin û çûyînê da dihatin lidarxistin, tedbîrên ewlehiyê yên vê carê nerm in û qedexeyên giran ên hatin û çûyînê li bajaran nayên cihanîn.