Kuştina zarokan bi bûklekên bombekirî ji aliyê Rejîma Siyonîst ve / Rewşa nalebar a nexweş û pizîşkan li Xezzeyê
Serrêveberê Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê ragihand ku siyonîstan bombe danîne nav pêlîstokên zarokên ku derbasî vê herêmê dibin ku piştî teqînê dibin sedema birîndarbûn û qutbûna endamên leşê wan.
Dr. Bereş got ku dagirkerên siyonîst, di dewama cinayetên dijî filistîniyan da bombeyên piçûk danîne nav pêlîstokên zarokên ku derbasî vê herêmê dibin û ev pêlîstok di destê wan zarokên filistînî da diteqin û di encamê de zarok can didin, birîndar dibin an nivîşkan dibin.Di vê çarçoveyê de hejmareke zêde zarokên birîndar bo nexweşxaneyan hatine veguhestin ku dema lîstina bi pêlîstokên xwe birîndar bibûn. Gelek ji van zarokan di encama van teqînan de nivîşkan û seqet bûne. Serrêveberê Wezareta Tendrsutiyê ya Xezzeyê ser karesata tendrsutiyê li vê zîvalê got ku hema 20 hezar nexweş li vê herêmê divê jibo dermankirinê herin dervey Xezzeyê. Wî got ku nexweşxaneyên vir tam wêran bûne û rastî kêmasiya alavên pizîşkî û dermana hatine. Wî her wiha got: Dagirker hîna jî derbasgehên Xezzeyê venakin û tevî ku nahêlin nexweş û birîndar derkevin, pêşiya derbaskirina gelek derman û amûrên pizîşkî yên pêwîst jî girtine.Ji aliyê din ve, Mehmûd Besel, berdevkê Dayireya Berevaniya Sivîl a Xezzeyê jî got ku nirxandin nîşan didin ku li zîvala Xezzeyê 71 hezar ton teqemenî û cebilxaneyên neteqiyayî hene, ku gefeke cidî ji bo sivîlên filistînî tên hesabê.