Tirkiye qanûnek taybet ji bo vegeriyana hêzên PKKê amade dike
Çavkaniyên nûçeyan ragehandin ku hikûmeta Tirkiyê dê bi zûtî planekê ji bo vegera endamên PKKê ji Iraqê pêşkêşî parlemanê bike.
Li gorî rapora Reutersê, plana nû ya hikûmeta Tirkiyê ku muhtemel e heta dawiya Mijdarê pêşkêşî parlemanê were kirin vegeryana hêdî hêdî ya çekdarên PKKê ji Iraqê digre ber xwe lê fermandên payebilind ên vê komê renge bo welatên din werin veguhestin. Çavkaniyên Kurd li Tirkiyê dibêjin ku ev plan dê piştgiriyê bide vegera hejmarek endamên PKKê bo Tirkiyê, lê nayê wateya efûya giştî bo hemî endamên PKKê û fermandên payebilind ên PKKê muhtemel e bo welatên ewropî bên veguhestin. Tê gotin ku di beşa yekem a vê planê de, nêzîkî hezar sivîl û endamên bêçek ên PKKê dê ji çiyayên Qendîlê li bakurê Iraqê dê vegerin Tirkiyê û pişt re nêzîkî 8 hezar çekdar piştî lêkolînên ewlehiyê dê vegerin nav Tirkiyê.