May 30, 2025 16:44 Asia/Tehran

Ajansa Alîkarîgîhandin û Karpeydakirina bo Awareyên Filistînî ya NY (UNRWA) ragihand ku Zîvala Xezzeyê gellekî hewcedarê alîakrîyên mirovdostane yên lezgîn e û di eynî demê da pêgirî kir ku pêwîst e alîakrî bêyî berbend bên dabînkirin.

UNRWAyê hişyarî daye ku li navendên parvekirina alîkarîyên li Refehê, bûyerên tehl diqewimin ku di encama wan da meriv dimirin an birîndar dibin û ev yek jî qeyrana merivî ya giran li Xezzeyê ray dide ku niştecîyên vê herêmê ji ber dorpêç û operasyonên berdewam ên Rejîma Sîyonîst pêrgî wê bûne.

UNRWAyê pêgirî kirîye ku amade ye alîakrîyê bide 200 hezar kesî li Xezzeyê û xwestîye ku derbaskirina alîkarîyan were hêsankirin. 

Fîlîp Lazarînî Serkomîserê UNRWAyê jî dîyar kir ku di dema parvekirina alîkarîyan da li Xezzeyê pirsgirêk û berbendên balkêş derdikevin ji wan bêseruberî û şîdet û xwest ku rêxistinên merivdost tam azad bin ji bo raberkirina azad a alîkarîyên rizgarker.

Berdevka Nivîsgeha Rêkxistina Karên Merivdostane ya NY jî dîyar kir ku di 2 hefteyên buhurî da 200 hezar kes li Xezzeyê aware bûne û hişyarî da ku sedî sedê niştecîyên Xezzeyê li ber xelayê ne.

Rêvebirê Kargêr ê UNICEFê jî pêgirî kir ku gelê Xezzeyê di rewşeke giran da dijîn û nêzîkî nîv milyon kesî li vê navçeyê li ber xelayê ne. 

Bi giştî ev rapor di halekî da ne ku Rejîma Sîyonîst hela jî nahêle rêxistinnê navdewletî û heta hevpeymanên wê yên ewrûpî bikevin dewrê û alîkarî bêyî brbend û pirsgirêk derbasî Xezzeyê bên kirin. 

Serepeyv