May 29, 2025 19:56 Asia/Tehran

Rayedarên Netewên Yekgirtî ragihandin: Xezze birçîtirîn cihê cîhanê ye û mirin, kêliyekê jî xelkê vê derê bernade û nabe filistîniyên ku tên komkujîkirin, wek hejmaran werin zanîn.

Sîgrîd Kag, hevahengkirê taybet a Neteweyên Yekbûyî ji bo pêvajoya aştiya Rojhilata Navîn ragihand: Îsraîl divê êrîşên xwe yên wêranker ên dijî sivîlan û binesaziyên li Zîvala Xezzê rawestîne û em beşdarî mekanîzma Îsraîlê ya gihandina alîkariyan ji bo gelê Xezeyê nabin ku pirensîpên mirovdostane binpê dike. Filistîniyên li Zîvala Xezzeyê eva salek û nîv e ku bi berdewamî bi êrîşên Rejîma Siyonîst re rû bi rû ne û hemû hêviya xwe ji dest dane. Mirin li her derê bi gelê Xezzê re ye, ne jiyan ji wan re maye, ne jî hêvî. Xelkê Xezzê hêjayî tiştek seratir ji jiyanê  ne; Ew hêjayî pêşerojeke geş in. Sîgrîd Kag wiha got: Alîkariya ku derbasî Xezzê bûne qet têra dabînkirina hewcedariyên herî kêm ên zêdeyî 2 milyon însanên ku bi xelayê ra rûbirû ne nake. Wî destnîşan kir: Zîvala Xezzê birçîtirîn cihe li ser rûyê erdê ye û dem pir zû derbas dibe û her saetek li Xezzê canê mirovan tê istandin. 

Wasîlî Nêbênziya, balyoz û nûnerê hertimî yê Rûsiyê li NY di civîna Konseya Ewlehiyê ya NY de li ser alûgorên Rojhilata Navînê got: Dorpêça mirovî ya Îsraîlê li Xezzê bûye sedema êş û elemeka zav ji bo xelkê Filistînê. 

Rewşa Xezzeyê gelekî bikaresatir bûye. Xwarin diqede û derman û alavên pizişkî jî diqedin. Li Xezzeyê ji bo xebata binesaziyên girîng kêmasiyek mezin a ardûyê heye. Gel bêhêvî bûye. Rejîma Siyonîst bi êrişên xwe yên hewayî, bejayî û deryayî û tundkirina dorpêça Xezzê, yek ji rewşên mirovî yên herî qeyranî li navçeyê di deh salên dawî de pêk aniye.

Serepeyv