May 28, 2025 14:20 Asia/Tehran

Wezareta Tenduristîyê ya hikûmeta Filistînê li Xezzeyê di daxûyanîyekê da ragihand ku zêde ji 207 filistînî di 24 saetên buhurî da hatin şehîdkirin û birîndarkirin û bi vî awayî hejmara şehêdên jonîsayda li Xezzeyê rabû 54 hezar û 84 kesî.

Wezareta Tenduristîyê ya hikûmeta Filistînê li Xezzeyê di daxûyanîyekê da ragihand ku di 24 saetên buhurî da 28 filistînî di encama êrişên Rejîma Sîyonîst ser Zîvala Xezzeyê da hatine şehîdkirin û 179 kes jî hatine birîndarkirin.

Di dewama vê daxûyanîyê da hatîye ku hejmara şehîdên êrişên Rejîma Sîyonîst ser Zîvala Xezzeyê ji 7ê Cotmeha sala 2023yê va heta nika rabû 54 hezar û 84 kesî û hejmara birîndaran jî rabû 123 hezar û 308 kesan.

Di dewama daxûyanîya Wezareta Tenduristîyê ya hikûmeta Filistînê li Xezzeyê da hatîye ku hejmara şehîdên dewra nû ya êrişên Rejîma Sîyonîst ser Zîvala Xezzyê ji 18ê Adara 2025ê va jî rabû 3 hezar û 924 kesî û hejmara birîndaran jî rabû 11 hezar û 267 kesî. Li gorî amarên fermî, nêzîkî 14 hezar kes jî hela di bin kavilan da ne yan jî bêserşûn in.

Ser-rêvebirê Wezareta Tenduristîyê ya Filistînê li Xezzeyê jî di vî warî da ragihand ku sedî 20ê nexweşxaneyên vê herêmê idî nikarin xizmetan raber bikin.

Wî herwiha got: Nika tenê 17 nexweşxane li Xezzeyê hene ku tenê beşeke wan bi awayekî sînorda çalak e.

Ji hêla din va, Nivîsgeha Rêkxistina Karên Mirovdostane ya NY li Erdên Dagirbyî yên Filistînê jî ragihand ku Xezze di halê jinavçûnê da ye. Ti cîyekî ewleh li wir tineye û alîkarîyên mirovî wek çekê tên bikaranîn. 

Nivîsgeha Rêkxistina Karên Mirovdostane ya NY li Erdên Dagirbyî yên Filistînê herwiha amajeyî rewşa kambax a li Xezzeyê kir û ragihand ku welatî ji bo wergirtina parîyekî nîn neçar in di rêzê dûr û dirj da rawestin. 

Serepeyv