May 25, 2025 20:10 Asia/Tehran

Nivîsgeha medyayê ya hikûmeta Filistînê li zîaval Xezzeyê ragehand ku di rojên derbasbûyî de 58 filistînî ji ber kêmasiya xwarinê û 242 filistînî ji ber kêmasiya xwarin û dermanan jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî gotina berpirsên beşa tenduristiyê û rêxistinên navneteweyî, 70 hezar zarok li Zîvala Xezzeyê ji ber dorpêça Rejîma Siyonîst ji kêmasiya xwarinê îza dibin. Nivîsgeha medyayê ya hikûmeta Filistînê li zîvala Xezzeyê got: Em Rejîma Siyonîst û welatên ku di jînosaydê de destê wan  hebûne ji ber cinayetên hovane  li zîvala  Xezzeyê berpirsiyar dibînin.

 Bi berdewambûna cinayetên  Rejîam Dagirer li  Xezzeyê  rojnameyeke Îbrî ziman ragihand ku artêşa dagirker di hefteya borî de êrişî herî kêm 10 nexweşxane û navendan li zîvala  Xezzeyê kiriye,  ku di encamê de  xebata wan hatiye rawestandin  û  zexteke  zêde li ser pergala tenduristiyê  li Xezzeyê kiriye. Her wiha, ji ber nebûna lênihêrîna xwarin û pizîşkî  26 nexweşên gurçikê jiyana xwe ji dest dane. Her wiha ji ber nebûna  bi qasê pêwîst ya   xwarinên zêdetirî 300 bûyerên kurtajê( li ber xwebirina zarokan) di nav jinên ducanî de hene.

Medyayên siyonîst ragihandine ku hin berpirsên vê rejîmê li xwe mikur hatine ku wan di şerê Xezzeyê de hemû rê ceribandine lê nekarîne tevgera Hamasê têk bibin. Ev di demekê de ye ku di rojên derbasbûyî de pevçûna di navbera hêzên berxwedanê yên filistînî û hêzên dagirker ên li Xezzeyê de berdewam dike û  vê rejîmê li xwe mikur hatiye ku di  encama vî şerî de  hejmara qurbaniyên wê zêde bûne.

Serepeyv