May 21, 2025 18:12 Asia/Tehran

Ji ber dorpêçkirina giştalî ya Zîvala Xezzeyê ji hêla Rejîma Sîyonîst va, hejmara pîr û ka, nexweş û zarokên can didin, jorda diçe û niştecîyên vê herêmê bi jîyaneke bikaresat ra rûbirû ne.

Zêrevana Mafên Merivan a Ewrûpa- Medîteranê raghiand ku 26 filistînî ji wan 9 zarok di 24 saetên buhurî da ji ber birsîbûn û nebûna dermîn canê xwe ji dest dane û ev hejmara bi awayekî bitaluke jorda diçe. 

Înas Hemdan Sergêra Nivîsgeha UNRWAyê li Xezzeyê jî gotîye ku gelê vê herêmê rojane pêwîstî bi 600 kamyon xwarekê hene.

Wê gotîye ku alîkarîyên wan li derveyî herêma Xezzeyê hatine depokirin û heke zpka derbasî Xezzeyê neyên kirin, xwarek dê genî bibin û derman jî demborî bibin. 

Nivîsgeha UNRWAyê li Xezzeyê herwiha ragihand ku Rejîma Sîyonîst bi awayekî sîstematîk bi sedan hezar niştecîyên Xezzeyê enqest birsî radigire û ev rewş û bedxworakî gefê li zêdetir ji miyonek merivî li vê navçeyê dike. 

Ednan Ebû Hesene Rawêjkarê Medyayî yê UNRWAyê jî cinayeta birsîragirtina bi milyonan filistînîyan şermezar dike ku nebûna xwarekê û bedxworakî gefê li canê zêde ji milyonek merivî li Xezzeyê dike.

Rejîma Sîyonîst bi sepandina sîyaseta dorpêçkirin û birsîhîştinê niştecîyên Xezzeyê ber bi mirinê va kaş dike.

UNRWAyê herwiha ragihandîye ku divê civaka cîhanî ji bo bidawîhanîna karesata merivî li Xezzeyê pêngavê rake û sîyonîstan neçar bikin ku qanûnên navdewletî qebûl bikin. 

Serepeyv