May 05, 2025 15:22 Asia/Tehran

Wezareta tendirustiya Filistînê li Zîvala Xezzê îro ragihand Rejîma Siyonîst pêşiya derbasbûna derziyên Felca Zarokan bo vê navçeyê digire û heta nika zêde ji 16 hezar zarok di encama êrişên vê rejîmê de şehîd bûne.

Wezareta tendirustiya Filistînê li Zîvala Xezzê ragihand rejîma dagirkir bi êrişa ser sivîlan bi çekên kujer naçe sêrî,hela  zêde ji 2 mîlyon kes li Zîvala Xezzê birçî xwedî kiriye. Vê wezaretxaneyê herwiha ragihand: Zarokên Zîvala Xezzê yan di encama êrişan de yan jî ji ber bedxwerin û nebûna dermanan jiyana xwe ji dest didin û hejmara zarokên şehîd di vê navçeyê de gihîştiye zêde ji 16 hezar kesî. Rejîma Siyonîst zarok û jinên pêgiran ji hemû hewcetî û lêhişyarbûnên pizişkî bêpar hîştine. Ev rejîma nahêle ku derziyên Felca Zarokan bigihîjin Xezzê. Heta nika 57 zarok li Zîvala Xezzê ji ber bedxwerinê jiyan xwe ji dest dane.

Serepeyv